EDENE - Di operasyona li dijî endamên ESP’ê yên li Edene û Mêrsînê de 3 kes hatin binçavkirin.
Li Edene û Mêrsînê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Piştî lêgerîna li malan endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Yekbun Kartal, Esra Guzel Ersoy û Tulîn Gur hatin binçavkirin. 3 kesên hinceta binçavkirina wan ne hat zanîn birin Midûryetên Polîsan ên li Edene û Mêrsînê.