Musazade yê ji girtîgeha Amedê derxistin şandin ku?

AMED - Malbatan diyar kirin ku polîsan girtiyê bi navê Afşîn Musazade ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê derxistine û naye zanîn ku Musazade birine ku.

Li gorî nûçeya Rojeva Medya; hat diyarkirin ku welatiyê bi navê Afşîn Musazade yê hefteya borî hat binçavkirin û rastî îşkenceyê hat ew şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê, careke din li ser daxwaza dozgeriyê ji girtîgehê hatiye derxistin. Lê çima Musazade derxistine nayê zanîn. Hevalên Musazade yên di girtîgehê de bi rêya malbatên xwe der barê Musazade de agahî parvekirin û gotin ku ew aqubeta Musazade nizanin çi ye. Hevalên Musazade diyar kirin ku polîsan bi fermana dozgeriyê Musazade ji girtîgehê derxistine û anîn ziman ku kes nizane Musazede bi ku ve birine. Girtiyan bang li tevahî raya giştî kirin û xwestin her kes li hemberî bêhiquqiyan nerazîbûna xwe bîne ziman.