Zarokên di wargehê de şewitîn hatin definkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - 10 zarokên ku di şewata Wargeha Suleymaniyan a Aladagê de şewitîn û jiyana xwe ji dest dan li gundê xwe hatin definkirin. Malbat ji bo beşdarî merasima cenaze bibe ji ber rêya xerabe 8 kilometre rê meşiyan. Li gelek navendan jî komkujiya zarokan bi girseyî hat şermezarkirin.


EDENE

Li Wargeha Suleymaniyan a Dibistana Navîn a Komeleya Aladag a Alîkariya Tabebeyên Di Temenê Tahsilê de şewat derket û di şewatê de 11 jê xwendekarên wargehê bi giştî 12 kes şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Ji 12 kesan cenazeyên 10 xwendekaran ji Morga Goristana Asrî hatin wergirtin û birin navçeya Aladagê ya Edeneyê. Karwana cenazeyan 8 kîlometre berî bigêjin gundê Kopruce ji aliyê cendirmeyan ve hatin rawestandin. Cendirmeyan bi hinceta rê xerabe ye destûr neda karwan di rêde biçe. Cendirmeyan tenê destûr da ku ambulans û protokol derbasî gund bibe.Xizmên cenazeyan bi meşê çûn gund.

Zarokên bi navê Sema Nur Aydogdu, Cennet Karataş û Îlknur Maden jî li Gundê Kişlakê hatin definkirin. Piştî cenaze hatin definkirin ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane malên sersaxiyê hatin vekirin

KOMKUJÎ LI GELEK NAVENDAN HAT ŞERMEZARKIRIN

KADIKOY

Endamên ESP û SKM’ê li pêş Midûriyeta Perwerdehiya Bajar a Kadikoyê komkujiya 11 xwendekaran şermezar kir û kîlît li deriyê MEB’a Kadikoyê xistin. Kom li ber Midûriyeta Polîsan a Kadikoyê kom bûn û pankarta "Em kesên zarok li Edeneyê qetil kir morh dikin” vekirin û komkujiya 11 jê xwendekar 12 kesên şermezar kirin. Komê bê navber silogana "Ne qeza ye, cînayet e” berz kirin. Komê piştî çalakiyê kîlît li deriyê MEB’ê ya Kadikoyê xistin.

ÎZMÎR

Baroya Îzmirê jî bi heman armancê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de Berpirsiyara Navenda Mafên Zarokan a Baroya Stenbolê Prz. Îlke Erol, diyar kir ku berê jî li navçeya Balcilar a Konya, li Pasûra Amedê bûyerên bi heman rengî pêk hatine û heta niha li gel van kêmasiyan tedbîr nehatine girtin.

Erol, destnîşan kir ku wekî Baroya Îzmirê ji bo bûyer bê ronîkirin û hesap bê pirsîn dê şopdarê vê dozê bin.

STENBOL

Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Sultanahmetê û xwendekarên zanîngehê bi armanca komkujiya 11 xwendekar û personelekî wargehê ya Aladaga Edeneyê şermezar bikin li pêş Midûriyeta Perwerdehiya Bajar a Stenbolê çalakî pêk anîn. Komê di çalakiyê de pankarta "Berpirsiyarê cînayeta şewata wargehê hikûmet e. Bila wargehên tarîkat û cemaatê bên girtin. Stariya bê pere û ewle mafê me ye" vekirin. Xwendekaran jî pankarta “Yên Vakfa Ensar nedîtin, kujerên Aladagê ne Bila wargehên cemaetên Tarikatê bên girtin" vekirin. Komê ji Rawestgeha Sultanahmet Tramvavayê heta Midûriyeta Perwerdehiya Bajar a Stenbolê meşiyan. Komê gelek dowîz vekir.
Li ser navê Platformê Berdevka Platforma Şaxan a KESK'ê Sevtap Akdag daxuyanî da. Akdag, diyar kir ku heta polîtîkayên hikûmetê yên bi vî rengî bidome dê kuştinên bi vî rengî jî bidomin. Akdag, anî ziman ku polîtîkayên hikûmetê pêşeroja Tirkiye tehdît dike. Akdag anî ziman ku di Cemaeta Suleymaniyan di sala 2008'an de li Konya 17 zarok hatin kuştin û 8 salin hêj doza wan berdewam dike. Akdag, xwest bi lezgîn Wargehên Cemaetê bên girtin û bi berfirehî lêpirsîn bê destpêkirin.