Bes stran kurdî be!

STENBOL - Derbarê Adîl Gorucu yê ku bi hinceta “Guhdarî steranên kurdî kiriye” gilî hatibû kirin û piştî 3 meh û nîvan hatibû binçavkirin de îdîaname hat amadekirin. Dozger di îdîanamê de wiha got: “Guhdarkirina muzîkên ku propagandaya rêxistin kirinê dikin û nezanîna wê li dijî herikîna jiyanê ye.”

Jina bi navê Şevîn Gorucu û bavê wê Adîl Goruce dem adi 5’ê Nîsanê de li mala xwe ya Esenlera Stebolê guh didin stranên kurdî li ser giliya derdor ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Malbata Gorucu piştî 3 rojan di bin çavan de man piştî dayîna îfadeyan hatin berdan. Derbarê bav Gorucu de ji aliyê Buruya Teror û Sûcên Rêxistinî û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye” îdîamane hat amadekirin.

Di îdîanameyê de cih neda stranên hatine guhdarkirin û wiha hat gotin: “Hebûna pirtûk û kovarên bi şope yên ne bi daxwaz û rizaya kes ya li malê û guhdarkirina steanên ku propagandaya rêxistinê dikin derveyî herikîna jiyanê ne”.

PIŞTÎ 3 MEH Û NÎVAN BI SER MALÊ DE GIRTIN

Şevin Gorucu û bav Adîl Gorucu ku di 5’ê nîsanê de hatibûn binçavkirin di îdîanameyê de derket holê îxbar di 25’ê Kanûna 2016’an de hatiye kirin. Di îdîanameyê de derbarê îxbarê de agahî ne hatin dayîn û ev tişt hatin diyarkirin: “Di avahiyê de stranên PKK’ê lê dixin û mirovan nerihet dikin. Kürek wî li çiyê ye. Navê wî jî Demhat Gorucu ye. Li malê keçek heye û stranên PKK’ê û Apo pêdixe. Navnîşan…ez dixwazim navê min vaşrtî bimîne.”