KERKUK - Kerkûkiyan, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kon vedan û çalakî pêk anîn.
Tevgera Azadî, Rêxistina Jinên Azadîxwaz û Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, li Baxçeyê Qelay Şar ya Kerkûkê, kon vedan û çalakî pêk anîn. Çalakî dê du rojan berdewam bikin. Di destpêka çalakiyê de Komel Serhed daxuyaniya hevbeş a çalakiyê xwend û wiha got: "Tevgera Azadî, Rêxistina Jinên Azadîxwaz û Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, bi dirûşma ‘ji bo Ocalan azadî’ kampanyayek nerazbûnê ya greva birçîbûnê li dijî tecrîda li ser Ocalan dane destpêkirin. Em tecrîda li ser Rêber Ocalan bi tundî şermezar dikin. Em hemû dizanin ku ev 18 sale Rêber Ocalan di girtîgeha yek kesî ya Îmralî deye û ev çend mehe dewleta Tirk tecrîd li ser Rêber Ocalan daye destpêkirin. Her wiha ev gelek sale ku rê nayê dayin parêzerên wî serdana wî bikin.”
Komel Serhed, anî ziman ku hemû rêxistinên civaka navnetewî û rêxistina mafê mirov bi navê CPT jî li gel sucê tecrîdkirina Ocalane û çavên xwe lê digrin û wiha got: "Ev rêxistinane di hemû dinyayê de xwe weke parastvanê mafê mirov yê girtîgehên siyasî dibînin û xwe bê agahî dikin. Dewleta faşîst a Tirk, dixwaze di şexsê Rêber Ocalan de hemû gelê Kurd bixe nav tecrîdê. Ji ber wê bi tirsnokane û terorîstane êrîşên xwe yên ser gelê Kurd dewam dike. Herî dawî dewleta Tirk êrîşî ser Şengal û Rojavayê Kurdistanê kir û di encam de gelek şehîd çêbûn.”
Komel Serhed herî dawî bang li hemû gelan kir û wiha got: “Em ji hemû gelan daxwaz dikin ku dengên xwe bikin yek û daxwaza azadiya Rêber Ocalan bikin. Ji ber ku azadiya Rêber Ocalan, azadiya gelên bindestên herêmê û mîsogerkirina aştiya herêmêye.” Biryare ku di çalakiyê de gelek çalakiyên din were lidarxistin. Her wiha biryare ku welatiyên bajêr, partî û aliyên siyasiyên bajêr serdana kon bikin û piştgiriya rakirina tecrîda li ser Ocalan bikin.