AMED - Alîkarê Hevserokên Giştî yê DBP'ê Seydî Firat û siyasetmedarên kurd Halîs Bîlen, Edîp Yaşar û Cafer Kan ên ji ber xebatên xwe yên KCD'ê hatibûn girtin hatin berdan.
Doza Alîkarê Hevserokên Giştî yê DBP'ê û endamê Koma Aştiyê Seydî Firat û Ramazan Ozbek û Halîs Bîlen a bi îdiaya "avakirina rêxistinê û rêvebirinê" hatebû vekirin û ji 15 salan heta 22 û nîv ceza dihat xwestin dest pê kir. Dİ doza ku li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê dest pê kir de Firat ji Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê, Bîlen ji Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê bi SEGBÎS'ê ve beşdar bûn. Ozbek ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê dimîne ji ber ku nexwest bi SEGBÎS'ê îfade bide beşdarî dozê nebû. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Wekîla Hevserokên Giştî yê DBP'ê Gulcihan Şîmşek jî di nav de gelek kesan doz şopandin. PİşTî tespîta nasnameyan kurteya îdianameyê hate xwendin û Halîs Bîlen parastina xwe kir. Bîlen destnîşan kir ku KCD bi tevlîbûna 650 rêxistinên civakî yên sivîl hatiye avakirin û di navbera 2012-2013'an de di Komîsyona Aborî ya KCD'ê de cih girtiye.
'MA CEMÎL ÇÎÇEK û SEROKÊ AKP'Ê YÊ BAJAR JÎ ŞAŞITÎ KIR?'
Bîlan da zanîn ku KCD ji aliyê Serokê Meclîsê yê wê demê ji ji bo Komîsyona Lihevkirina Qanûna Bingehîn hatiye kirin, dîsa Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle di mutabaqata Dolmabahçeyê de bi rayedarên dewletê ve rûniştiye, Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Yasîn Aktay û Serokê AKP'ê yê Amedê Muhammed Akar jî beşdarî civîn û komxebatên KCD'ê bûne. Bîlen da zanîn ku ji bo welat pêş bikeve xebitîne û wiha axivî: "Nİha ez ji we dipirsim ma min şaşitî kiriye? Gelo Serokê AKP'ê yê Amedê Muhammed Akar jî şaşitî kir? Cemîl Çîçek jî aşşitî kir? Ger ku KCD'ê saziyeke îlegal be çima Bulet Arinç gazî dike? Divê beramberiya xebatên me ne ev bin."
Seydî Firat ê ku piştre parastina xwe kir jî diyar kir ku di 2012-2015'an de di Meclîsa Daîmî ya KCD'ê de di beşa dîplomasiyê de xebat meşandiye, di vî demê de 2 rojevên girîng ên KCD'ê hebû, ya yekemîn amadekirina qanûneke bingehîn a demokratîk û çareserkirina pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk û aştiyane ye.
Parêzeran jî xwestin muwekîlên wan bên tehliyekirin.
HEyeta dadgehê Firat û Bîlen bi şerta "kontrola edlî" tehliye kir. Ji ber ku îfadeya Ozbek nehatiye girtin û bi îdiya gumana revê heye biryara berdewamkirina girtîbûna wî da. Heyetê xwest nivîsa ku Komîsyona Lihevkirinê ya Qanûna Bingehîn a Meclîsê bû û li ser navê KCD'ê li Meclîsê kî axiviye bê tespîtkirin. doz taloqî tîrmehê hat kirin.
DI DOZEKÎ DIN A KCD'Ê DE JÎ TEHLIYE
Danişîna duyemîn doza Hevserokê HDP'ê yê Amedê Cabbar Leygara, endamê Diwana Serokatiya KCD'ê yê berê Edîp Yaşar û endamê Meclîsa Daîmî ya KCD'ê yê berê Cafar Kan ên ku di 28'ê kanûna 2016'an de hatibûn girtin li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Leygara yê bêyî girtî tê darizandin û Kan û Yaşar ên girtî û parêzer beşdarî dozê bûn. Kan û Yaşar di parastinên xwe de diyar kirin ku KCD platformekî civakî ya sivîl e û xebatên vekirî û qanûnî dide meşandin. Parêzeran jî xwestin mewekîlên wan bên berdan.
Piştî parastinan Yaşar û Kan bi şerta "kontrola edlî" hatin berdan.