REQQA – Koçberên Reqqayê ji ber ava paqij têra wan nake neçar dimînin ku ji gola avê ya çolê pêdiviyên xwe yên avê temîn bike. rêxistinên navdewletî jî temaşe dikin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), li kampa Kerama ya dikeve rojhilatê gundewarên Reqqa zêdetirî 30 hezar koçberî dijîn. Her ku hejmara koçberan zêde dibe, av û madeyên xwarinê jî kêm bibe û rewşa koçberan xirabtir bibe. Koçberên Reqqayê ji ber ava paqij têra wan nake neçar dimînin ku ava baranê di golê de, vexwin. Lê ji aliyekî din ve jî sazî û rêxistinên naveteweyî rewşa wan paş guh dikin û tu alîkarî nadin wan. Koçbera bi navê B.M. ya ku nexwest were naskirin anî ziman ji ber ava paqij ya Meclîsa Sivîl a Reqqayê li ser koçberan belav dike kême ew jî neçar dimînin ku ava golê ya gemarî vexwin û got: ”Em ne deveyên çolê ne ku bê av bijîn”. B.M. bi hêrseke mezin ji bo rêxistinên navdewletî wiha got:”Bila rêxistinên navdewletî bibîne em çi avê vedixwin û ji xwe fedî bikin. Ew jî eger wijdana wan hebe!”. Koçberê bi navê Mehmûd El-Misrî jî anî ziman ku êdî wê li çolê tûpişk û mer derbikevin û jiyana koçberan li ber xeteriyê ye.