ŞIRNEX - Dîwarê mala ku ji aliyê wesayîta zirxî ya polîsan ve hat hilweşadin û bû sedema mirina 2 zarokan, ji aliyê Şaredariya Silopiyayê ya ku tayînî wê hatibû tayînkirin ve bi konekî şîn hat pêçandin.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê piştî polîsan bi maşîneyekê ketin nav malekê û di encamê de bûn sedema mirina birayên hev Muhammet (7) û Furkan Yildirim (6), xebatkarên şaredariya ku qeyûm tayînî wê hat kirin, enqaza cihê bûyerê paqij kirin. Li ser rakirina enqazê cihê dîwarê hatiye hilweşandin bi konekî şîn hat pêçandin.