AMED - Baroya Amedê daxwaza xwe ya dadê ya ji bo Serokê Baroyê Tahîr Elçî dubare kirin û xwest ku cînayet Bê ronîkirin.
Baroya Amedê ji bo bîranîna Tahir Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber Mînareya Çar Ling a Sûra Amedê hat kuştin wekî her hefte vê hefteyê jî li ber Edliya Amedê kom bûn û çalakiya bîraninê pêk anîn. Di bernameyê pankarta ku wêneyê Elçî li ser heye û bi kurdî û tirkî "Em te ji bîr nakin" hatibû nivisandin hat vekirin. Di çalakiyê de endamê Lijneya Rêveber a Baroyê Mahsum Bati axivî. Bati, diyar kir ku w dixwazin sozên ku ji bo ronîkirina cînayeta Tahîr Elçî hatine dayîn bên bi cih anîn û wiha got: “Ger cînayetek neye ronîkirin ev tê wateya dixwazin li ser vê cînayetê bigirine. Heta kujer bên dîtin em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
Daxuyanî bi çalakiya 5 qede rûniştinê bi dawî bû.