Di doza JÎTEM’ê de biryar: Bila Çîler bê guhdarkirin

ENQERE - Dadgehê dirûniştina doza JÎTEM’ê ya Enqereyê de biryar da ku Serokwezira berêTansu Çîler û hevsere wê wekî bersûc bên guhdarkirin.

18’emîn rûniştina doza JÎTEM’ê ya Enqereyê li 1’emîn DadgehaCezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Di rûniştina dozê de bersûc beşdarî rûniştinê nebûn.
Wekî şahid Fermandarê HêzaTaybet ê wê demê Fevzî Turkerî û Nur Înugur amade bûn. Ji ber pergala SEGBİS’ê xera bû, dadgehê nekarîbû li şahid Emîn Demîrel guh darbike. Dîsa şahid Alper Tekdemîr û Şevket Ozturk amade nebûn. Dîsa Wezîrê Çandê yê berê Fîkrî Saglar jî wekî şahid nehat guhdarkirin.

BIRYARA BILA ÇÎLER WEKÎ BERSÛC BÊ GUHDARKIRIN

Di rûniştina berê de parêzeran xwest Serokwezîra Berê Tansu Çîler û hevserê wê Ozer Uçar Çîler wekî şahid bên guhdarkirin. Her çend parêzerênÇîler îtîraz kirin û diyar kirin ku pêdivî biguhdarkirinê tune jî heyeta dadgehê biryar da ku Çîler û hevsere wê wekîbersûc bên guhdarkirin.

Fermandarê HêzaTaybet ê berê Fevzî Turkerî jî di îfadeya xwe de wekî ker û koran tevgeriya û diyar kir ku ew ji wan bûyerên wê demê ne agahdar e û 17 kesênwê demê hatin kuştin nas nake.

Nur Înugur jî bi riya SEGBÎS’ê ji 12’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê beşdar bû. Înugur jî îfadeyên binakok da.

Heyeta dadgehê li ser daxwaza parêzerên mexdûran xwest Serokwezîra Berê Tansu Çîler û hevserê wê bi riya SEGBİS’ê wekî bersûc beşdarî runiştina dozê bibin.

Doz taloqî 15’e Îlonê hat kirin.