Parêzerê Ocalan, bandorên Girava Îmarliyê ya li ser tenduristiya Ocalan dike vegotin

STENBOL - Parêzer Îbrahîm Bîlmez balê kişand ser şert û mercên tenduristiya muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û behsa bandorên avhewaya giravê kirin. Bilmez îşaret pê kir ku "Hema bêje tenduristiya fizîkî ya Ocalan di asta dawîn a muqawemetiyê de ye" û got ku, bi qanûnên ku mexsûsî Ocalan in, şert û merc bêtir hatine girankirin.

Piştî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi desteka hêzên navnetewî radestî Tirkiyeyê hat kirin, ew xistin Girtîgeha Girava Îmraliyê. 18 sal in Ocalan li Girava Îmraliyê tê ragirtin û hema bêje bi vê ragirtinê pêwendiya wî ya bi derve re bi temamî hatiye qutkirin. Rewşa tenduristiya Ocalan ê ku di bin şert û mercên tecrîdeke giran de tê ragirtin jî, li Îmraliyê di talûkeyê de ye. Ji parêzerên Ocalan, İbrahim Bilmez Girtîgeha Girava Îmraliyê û rewşa tenduristiya Ocalan ji dihaber'ê re vegot.

‘DI HUCREYA XWE YA WEK DARBESTEKÊ DE, NIKARIM BÊHNÊ BISTÎNIM'

Bilmez, bi bîr xist ku berê Girava İmraliyê wek mekanekî ku darvekirina kesên xwedî nasnameyeke siyasî û muxalif dihat bikaranîn û wiha got: "Dema 'mêvanê' dawîn Ocalan xistin vê girtîgehê, yekser nîqaşên davekirina wî bûn mijara sereke ya rojevê. Taliyê ji dêvla darvekirinê, bi gotina rayedaran wî di 'darbestekê' de ragirtin û xwestin bi demê re perçe perçe bimire. Li gor Ocalan, ev her du jî darvekirin in, tenê rêbaz cuda ne; 'Li giravekê jiyana di hucreyeke yekesî de û bi her awayî pêwendiya wî bi derve re hatibe qutkirin, wek mirov bi zindî di darbestekê de be. Min ji vê re got, jiyana di darbestê de. Ji xwe di vê hucreya xwe ya wek darbestê de, bi zorê bêhnê distînim. Çawa ku mehkûmekî darvekirinê berî ku di dema darvekirinê de bêhna xwe bide diperpite û sê deqîqe şûn de dimire, li vir rêbaza ku li ser min disepînin jî ew e ku, vê mirina sê deqîqeyî li demê belav bikin.'

Li gor vê, dê bi zanebûnî Ocalan di avhewaya giravê û şert û mercên girtîgehê yên bêhewa yên ku tenduristiya Ocalan xerab bikin de bihatana ragirtin, dê ev merc li salan bihatanan belavkirin û gav bi gav bihatanan girankirin, dê qanûnên înfazê yên heyî jî li gor wê bihatanan eyar kirin, ji bo ji fikrên xwe bi paş ve gav biavêje dê 11 caran di bin çewisandina cezayê hucreyê de bihatana ragirtin û ji bo şikandina vîna wî dê rastî her cure muamleyên kirêt bihatanan."

‘BANDOREKE FETISÎNER A AVHEWAYÊ HEYE'

Bilmez, îşaret pê kir ku Girtîgeha Girava Îmraliyê ya ku Ocalan lê tê ragirtin, li gor girtîgehên din cuda ye û got ku, ev girtîgeh ji hewayê, ji bejahiyê û ji hêla behrî ve di çarçoveya herêma qedexe de ye. Bilmez wiha axivî: "Avhewaya wê xwedî bandoreke fetisîner e. Odeya yekkesî ya ku Ocalan lê tê ragirtin jî, baş tavê nabîne, qada tevgerînê ji çar gavan ne wirdetir e û bê hewa ye. Rojê du saetan wî derdixînin hewadariyê, lê ji ber dîwarên hewadariyê bilind in, bandora çahlê dide der û her wiha zemîna wê jî ji bo sporê ne zemîneke guncan e. 24 saetan hem ji der ve, hem ji hundur û bi çavên vekirî jî ji berkazan tê raçavkirin. Di vê raçavkirinê de tim qalpaxa berkazê bi deng tê vekirin û girtin û bi vî awayî lêhûrbûna Ocalan a bi biroj tê astengkirin û her wiha bi şev jî ev dibe sedema hişyarbûna ji xewê. Xwarina wî di terhê karavanayê de ye û pirî caran bi awayekî sînordar, kirêt û bi biçûkxistinî didin wî. Ji ber derfetên kantîna hundurîn tune ne, ne mumkun e ku ji bo tenduristiya xwe hin tiştan bikire."

‘AGAHÎ JI OCALAN Û 3 GIRTIYÊN DIN NAYÊN WERGIRTIN'

Bilmez, balê kişand ser pêkanînên kêfî yên girtîgehê jî û wiha got: "Dema destûr bê dayîn di ser parêzer û malbata wî re pêdiviyên wî didin wî. Dîsa bi heman rêbazê, piraniya pirtûkên jê re hatine şandin nedane wî. Her çi qas pirtûk di çarçoveya qanûnî de bin jî, bi biryara îdareya girtîgehê hatine qedexekirin. 18 sal in mafê hevdîtina wî ya bi telefonê tê astengkirin. Bi salan e radyoyekî yekpêlî bi kar tîne. Her wiha guhdarkirina vê radyoyê jî dem bi dem bi sinyalên derve re tê astengkirin. Piştî 14 salan televîzyon dan wî. Rojname jî, ya qet nadinê yan jî hejmarên kevin didinê û ev jî tên sansurkirin. Her wiha nameyên ji derve jê re tên şandin jî nedanê, yên danê jî sansur kirine. Hin jê jî tenê bi awayekî ku peyvek an du peyvên wê tên xwendin danê. Hevdîtina bi parêzer û malbatê re tim bi hincetên 'muxalefeta hewayê', 'xerabûna kosterê' hatine astengkirin.

Di bin navê 'başkirinê' de her çi qas di 17'ê Mijdara 2009'an de 5 girtî neql kiribin jî, ji vana 2 jê sirgûnî Sîlîvriyeyê hatin kirin. 3 girtiyên din jî di bin şert û mercên tecrîdê yên li ser Ocalan tên sepandin de ne.

Li gel doza Ocalan û ya 3 girtiyên din li DMME'yê bidomin jî, hevdîtina wan bi parêzeran re çênabe û nikarin danûstendina materyalan bikin. Bi biryara 20'ê Tîrmeha 2016'an a Dadweriya Înfazê ya Bûrsayê, name, faks, telefon, telgraf, nivîsandina bi parêzeran re resmen hatine qedexekirin. Niha em di sala 2017'an de ne, lê bi tu awayî agahî ne ji Ocalan û ne jî ji her sê girtiyên din tên wergirtin."

BANDORÊN AVHEWAYA GIRAVÊ YÊN LI SER TENDURISTIYA WÎ

Bilmez, balê kişand ser bandorên avhewaya giravê û şert û mercên girtîgehê yên ku bandorê li tenduristiya Ocalan dikin û wiha axivî: "Girava Îmarliyê ji aliyê tenduristiyê ve di warê fizîkî, hawirdorî û avhewayî de rûxîner e. Dema şert û mercên girtîgehê û tecrîdê jî li vana bên zêdekirin, ev jî nîşan dide ku bi zanebûnî dixwazin rê li ber xerabûna tenduristiyê vebe. Dema Ocalan xistin Girtîgeha Îmraliyê tenê pirsgirêka wî ya sînuzîtê hebû, lê ji ber rutûbeta Girava Îmraliyê, şert û mercên girtîgehê, tengbûna qada tevgerînê, kêmbûna oksîjena odeyê, rojê 2 saetan derxistina hewadariyê û hwd. ji ber baş hewayê nastîne pirsgirêka wî ya sînuzîtê her çû zêde bû veguherî nêzî astimê, neketina xew a bişev, şiyarbûna ji nişka ve. Dema mirov taybetmendiya mîkrobîk a nêvenga ku lê dimîne jî li vana zêde bike, li nexweşîna sînuzîtê îltihabeke giran zêde bûye, rê li ber şewitandin û şilbûna çavan, nedîtinê û zingîna li guhan vekiriye. Bi demê re pirsgirêka sînuzîtê veguheriye şewba ku rîska astima alerjîk di xwe de dihebîne û ev jî bi teqandina raçîng û mirina hucreyan veguheriye nexweşîna farenjîtê. Yanî sînuzîta kronîk, anjîna kronîk, farenjîta kronîk jî herî dawî bi grîbê re bûne yek û veguherîne çar nexweşînên sereke."

‘BI QANÛNÊN OCALAN RE ŞERT Û MERC GIRANTIR BÛNE'

Bilmez, dest nîşan kir ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê yên Ocalan şert û merc bên guhertin û wiha axivî: "Ji bo tedawiyeke ku encam jê bên girtin, bijîşk dibêjin divê cih û mercên girtîgehê bên guhertin an jî bên sererastkirin. Lê hikûmet ji dêvla bicihanîna vê, bereksê wê van nerihetiyên nayên tedawîkirin li salan belav kirine. Ji ber vê nerihetiyên wî êdî gihaştine asteke ku vegerîna wan tune ye û her diçe sîrayetî lebatên hundurîn dike. Hema bêje tenduristiya fizîkî ya Ocalan di asta dawîn a muqawemetiyê de ye. Komîteya Şopandina Îşkenceyê ya Ewropayê jî, balê kişand ser nêvenga şert û mercên girtîgehê yên bandoreke neyînî li tenduristiya Ocalan dikin. Ji bo merc bên sererastkirin û xizmetên tenduristiyê yên kêm li gor standartên tam bên dayîn, rapor amadekirin û tewsiyeyên wê yên di vî warî de hene. Lê belê li gel van rapor û tewsiyeyan jî ev tişt bi cih nehatine. Bereksê vê, bi sererastkirinên zagonî yên di 1'ê Hezîrana 2005'an de ketin meriyetê û di raya giştî de wek 'Qanûnên Ocalan' tên zanîn re, ev şert û merc girantir bûne û her wiha bi sînordarkirinên nû û pêvekî re hîn bêtir rê li ber xerabûna tenduristiya wî vekirine."

Yasîn Kobulan - dihaber