AMED - Parêzer Resul Tamur, 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê yê ku li nûçegîhanê me Mehmet Guleş hat birîn, wek hêrsa li hemberî çapemeniya azad wesifand û wiha got: "Bi awayekî zelal em dikarin bibêjin ku, ev cezayê ku dadgehê daye ne huqûqî ye, ji ber hêrs û nefreta li hemberî dengên cuda yên çapemeniyê hatiye birîn."
Nûçegîhanê me Mehmet Guleş, di 7'ê Kanûna 2016'an de dema li Edliyeya Xarpêtê nûçe dişopand hat binçavkirin û paşê hat girtin. Di 3'yê Gulanê de li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêtê, danişîna biryarê ya doza Guleş hat dîtin û bi tawanbariyên "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" bi giştî 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn. Hinceta cezadyînê jî ji ber nûçeyên ku Guleş çêkirin, ji ber hevdîtinên telefonê yên Guleşê ên bi hevpîşeyên xwe û çavkaniyên nûçeyan re û ji ber parvekirinên wî yên civaka medyayî ne.
‘EM WISA DIFIKIRÎN KU DÊ DARAZA SERBIXWE DI CELSEYA EWILÎN DE BIRYARA TEHLIYEYÊ BIDE'
Parêzerê Guleş, Resul Tamur li dijî vî cezayî bertek nîşan da. Tamur, bi bîr xist ku muwekîlê wî di dema şopandina nûçeyan de li edliyeyê hatiye girtin û wiha got: "Dema me ewil îdianame dît, me dît ku hemû îdia li ser îllegalîzekirina fealiyetên rojnamgeriyê ne û ji ber vê em hem hêrs bûn, hem jî li hemberî van îdiayan em fikirîn ku dê 'daraza serbixwe di celseya ewil de Guleş berde'."
Tamur, dest nîşan kir ku di danişîna ewilîn de, dozgerê danişînê di çarçoveya "propagandaya rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" de mutala daye û xwestiye bê cezakirin. Tamur, da zanîn ku lê heyeta dadgehê jî parêziyên Guleş û naveroka dosyeyê esas negirtiye û biryara berdewamiya dozê daye.
‘JI BER HÊRSA LI HEMBERÎ ÇAPEMENIYA AZAD CEZA HAT DAYÎN'
Tamur wiha axivî: "Di vê dosyeyê de, tu kesê ku xwedî nêrîneke huqûqî be nikare encamên ku Guleş propagandaya rêxistinê kiriye û endamê rêxistinê ye derxîne holê. Ji ber vê yekê, bi awayekî zelal em dikarin bibêjin ku, ev cezayê ku dadgehê daye ne huqûqî ye, ji ber hêrs û nefreta li hemberî dengên cuda yên çapemeniyê hatiye birîn. Divê dadwerên ku der barê azadiya çapemeniyê de biryarê didin, tenê ne mensûbên çapemeniyên yên ku tenê nûçeyên têkildarî jiyana wan serwîs dikin, di heman demê de divê çapemeniya muxalif a ku têkildarî qadên jiyanê derdorên cuda nûçeyan çêdikin jî bibîne. Em rastî pratîka darazeke ku xwest bi cezakirina Guleş re rojnamgeriyê pênase bike hatin. Halbûkî rojnamger, bi fealiyetên xwe yên rojnamgeriyê ew pênaseya vê dike."
'XWESTIN BI CEZAYAN ROJNAMGERAN BITEPISÎNIN'
Tamur, dest nîşan kir ku cezayê li Guleş hatiye birîn ne huqûqî ye û wiha domand: "Ev ceza di şexsê Guleş de, li çapemeniya azad û çapemeniya muxalif hatiye birîn. Mebesta ji vî cezayî ew e ku, nûçegîhanên li qada pratîk dixebitin bitepisînin û rê li ber nûçewergirtina rastîn a gel bigirin. Ev ceza, rê li ber hemû ragihandinên çapemeniyê yên ji bo berjewendiyên raya giştî ne digirin û di heman demê de ev biryar ji bo astengkirina mafê wergirtina agahî û nêrîna ye."
Tamur, diyar kir ku dadgehê hevdîtinên Guleş ên bi çavkaniyên nûçeyan û bi hevpîşeyên xwe re li ser nûçeyan çêkirina û bi riya telefonê beşdarbûna televîzyonê û hwd. hemû berovajî kirine û got ku, wêneyên nûçeyan ên ku hemû çapemeniya Tirkiyeyê ew weşandine, tenê ji bo Guleş hatine destnîşankirin û ji ber vê hatiye cezakirin.