MÊRDÎN – Li Kerboranê Çarşiya Suryaniyan a ku bi salan e ji ber bêxwedîbûnê bi tunebûnê re rû bi rû maye, niha jî li hemberî kargehên nû yên hatine vekirin li ber xwe dide.
Li navçeya Kerborana Mêrdînê Sûka Suryaniyan a ku beriya niha bi sedan salan ji aliyê suryaniyên ji neçarî koçber bûn hat avakirin, ji ber bêxwedîbûnê li ber bi hilweşînê ye. Li sûka ku li gorî zanyaran di sedsala 17’emîn de hat avakirin ji karê hesinan heya keviran her kar dihat kirin. Lê niha tenê nêzîkê 50 kargeh lê mane. Sûka ku demekê cihê navenda bazirganiyê bû, niha bi tunebûnê re rû bi rû maye û hin deriyê kargehên lê hatine şikandin.
‘JI BER KARGEHÊN NÛ VEBÛN KARÊ ME SEKINÎ’
Welatiyê bi navê Murat Koçak ê ku xwedî 2 dikanan e aciziya xwe ya koçberiya suryaniyên ku di biçûkantiya xwe hevdu nas kiribûn anî ziman. Koçak bi gotinên “Êdî tu suryanî neman. Hemû her tiştên xwe firotin û koçber bûn” dilşikestina xwe anî ziman û wiha axivî: “Demek ji caman heya hesinan û xeratan kar dihatin kirin. Bi vebûna kargehên mezin karê me jî hat asta rawestînê. Divê ev sûk careke din zindî bibe. Heke careke din, suraynî paş ve vegerin dibe ku em jî zêdetir bixebitin, ji ber ku jiyana bi hev re xweştir e.”
BANGA 'VEGERA AXA XWE' LI SURYANIYAN KIR
Nurî Kiliç jî bi bîr xist ku, demek nivê niştecihên navçeyê suryanî bûne lê niha tenê kesek maye û wî têkiliyên xwe bi cîranên xwe yê berê re hêj qut nekirine. Kiliç xwest ku çarşî were restorekirin û wiha axivî: “Ji 300 salî zêdetir e heye. Lê ji ber bêxwedîbûnê bi tunebûnê re rû bi rû ye. Suryanî jî divê careke din vegerin axa xwe û cihên xwe vekin. Em ê piştgiriya wan bikin.”