Rêxistinên elewî: Duh Dersim îro Şengal û Rojava

ÎZMÎR - Nûnerên elewî yên derbarê qetlîama Dersimê de daxuyanî dan diyar kirin ku kevneşopiya qetlîaman bi êrîşên li dijî Şengal û Rojava berdewam dike. Nûnerên elewî her wiha bertek nîşanî CHP’ê ya ku got êrîş direng maye jî dan û berpirsyariya partiyê ya di 37 û 38’an de bibîr anîn.

Bi bobeneya salvegera qetlîama Dersimê nûnerên elewî daxuyanî dan û êrîşa artêşa tirk ya li dijî Şengal û Rojava wekî dubarebûna dîrokê nirxandin. nûneran bertek nîşanî CHP’ê ku êrîş bi gotinên “Normale, direng jî mabû em erênî dibinin” dan û diyar kirin ku tiştên di Qetlîama Dersimê ya 1937-1938’an de hatin jiyîn îro li Şengal û Rojava tê berdewam kirin.

Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratîk a Îzmîrê Huseyîn Ozan, da zanîn ku qetlîama Dersimê ya di 4’ê Gulana 1938’an de hat destpêkirin ne ya destpêkê ne jî ya dawî bû û wiha got: “Di çarçoveya polîtîkayên hatine diyarkirin de ji wê rojê heta îro projeya qirkirinê didome. Niha hemû axa me ji mirovan hatiye paqijkirin û welatî koçber bûne. Gelek herêmên me wekî herêmên qedexe hatine îlankirin û xwezaya me tê talankirin. Cemiyeta Îtîhat û Terakî k udi demên dawî yên Osmaniyan de derket holê bi rewabûna wan te rêveberiya yek kesî xistin dewrê. Ji wê rojê heya niha Anatolya û Kurdistan kirin goristana gelan. Bi milyonan mirov hatin tunekirin û ev pevçûn heta roja me ya îro jî hatin.”

‘ÎRO JÎ ROJAVA Û ŞENGAL’

Ozan, da zanîn ku di roja me ya îro de jî mirov û bajar tên tunekirin û wiha pêde çû: “Di dîrokek nêz de Şengal û Rojava rastî êrîşa hewayî hatin. Ev êrîş ji destpêkirina şer heta niha bi destê hêzên dijminên mirovahiyê didome. Êzidî jî wekî elewiyan mazlûmin. Hikûmet ji Êzidiyan çi dixwaze. Li Rojava gelê Kurd, baweriya Êzidiyan û hemû gelên din bi hevre dixwazin yeketiyek demokratîk ava bikin. Wekî Elewiyên Kurd ên qirkirin jiyane van êrîşan şermezar dikin. Her tim CHP’ê piştgirî da êrîşên li dijî kurd û elewiyan. Em zîhniyeta wan dizanin û bi piştgiriya dide êrîşên hikûmetê xeta dike. Divê di ferqa vê de be.”

‘CHP ME ŞAŞWAZ NAKE

Endamên Lijneya Rêveberiya Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Dersimê û Midûrê Karê Nivîsan Alî Ekber Coşkun, anî ziman ku duh tiştên li Dersimê hatin jiyîn îro li Şengal û Rojava tên jiyîn û wiha axivî: “Di 1938’an de bi destê dewletê Qetlîama Dersimê hat pêkanîn. Piştî 80 salan hêjî zîhniyeta dewletê ya ji bo gelan ne hatiye guhertin û derketiye holê ku dê qetlîam her tim rojeva gel de bin. Em di êrîşa li dijî gelê Êzidî, Rojava û Sûriyeyê de nûkirina qirkirinê dibinin. Li vir ya divê gel bike ewe ku piştgiriyê bidin avakirina Rojava. Divê ferasetên azadiya demokrasiyê bi hevre tevbigerin û li dijî vê zîhniyetê bisekinin. CHP xwe wekî partiya dewletê pênase dike. Dibêje ez dewletim û wiha tevdigere. Pevçûnên îktîdarê ya bi aliyên îslamcî re dike ji bo wan çiqas zor be jî ew her tim li pişt dewletê ne. Ji ber wê rêveberiya CHP’ê kî dibe bile bike ji bo wan ev fikir nayê guhertin. Gotinên CHP’ê me şaşwaz nake.”