Ên ku raporên ATK'ê nedîtin zava bi rapora 'taybet' tehliye kirin

STENBOL - Saziya Tiba Edlî (ATK) der barê 31 nexweşên epîlepsiyê bi sedan girtiyên nexweş de rapora "nikare li girtîgehê bimîne" daye lê ligel vê yekê jî girtî nayên dermankirin, zavayê Kadîr Topbaş, Omer Faruk Kavurmaci yê di doza "FETO" de tê darizandin bi rapora nexweşxaneyekî taybet hate berdan. Endama ÎHD'ê Mîne Nazarî têkîldarî mijarê nirxandina "Ev cotstandardî li ser navê mirovahiyê şermek e" kir.

Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Nobedar a Stenbolê zavayê Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Kadîr Topbaş, Omer Faruk Kavurmaci yê di doza "FETO" de dihat darizandin pirsgirkên bere yê tenduristiyê hincet nîşan da û serbest berda. Li girtîgehan 323 jê giran 905 girtiyên nexweş ji aliyê dadgeh û dozgeran ve nedîtî ve tê dîtin lê Kavurmaci bi rapora ku di 2005'an de ji Nexweşxaneya Acibademê ji bo epîlepsiyê girtiye tehliye kir. Bi vî rengî tehliyekirina Kavurmaci wekî cotstandardî tê nirxandin. Endama MYK a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Mîne Nazarî wiha got: "Ev cotstandardî li ser navê mirovahiyê şermek e."

Nazarî diyar kir ku di nava girtiyên nexweş de 31 nexweşên epîlepsiyê heye û wiha berdewam kir: "Dema ku nûçe di çapemeniyê de hate weşandin me xemgîniya bi sedan malbatên girtiyên nexweş di dilê xwe de hîs kir." Nazarî destnîşan kir ku parazvanên mafên mirovan bi salan e ji bo bibin dengê girtiyên nexweş li qadan in û û dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber xemsariyê em mecbûr man ku darbestên bi dehan girtiyên nexweş ji girtîgehan bigirin. Îro hê jî bi sedan girtiyên nexweş ên li ber mirinê ne hene. Em helw didin ku girtiyên nexweş demên xwe yên dawî bila li cem xizmên xwe derbas bikin lê em bi ser neketin ligel vê yekê zavayê Topbaş, Omer Farak Kavurmaci ji ber epilepsiyê hate berdan wî di wijdana civakê de birînekî kur vekiriye."

Nazarî diyar kir ku ji ber ku girtiyên pençeşêr in, nexweşiya dil bi wan re heye yan jî destê wan tuneye nikarin bi tena serê xwe karê xwe bikin di hucreyê de tên girtin, wan nabîn nexweşxaneyê jî ew gelek xemgîn in û nirxandina "ev cotstandardiya li girtîgehan a girtiyê ku di 3 mehan de 21 kîlo winda kir û sedema nexweşiya wî jî nayê zanîn li ser navê mirovahiyê şermek e" kir.

'LIGEL PARORÊN WAN HENE JÎ GIRTÎ NE'

Nazarî da zanîn ku girtiyên 75 salî yên gelek nexweşiyên wan hene nayên berdan lê Kavurmaci ji Nexweşxaneya Acibademê rapor girtiye û ev ji bo tehliyeyê têrê kiriye, ev her tiştî îzah dike. Nazarî herî dawî wiha got: "Em wekî parazvanên mafên mirovan li hemberî van pêkanînên ku maf û azadiyan ji holê radikin bisekinin. Hedefa me valakirina zinadanan e em ê dev ji daxwaza xwe ya serbestberdana girtiyên nexweş nedin û heta dawî li qadan bin. Em ê li vî welatê ku di mijarên maf û edaletê de di polê de maye de berpirsyariya ku dikeve li ser milê me ger ku têkoşîn be, belê em ê bibêjin erê."

Sadiye Eser - dîhaber