Li Kuçukçekmeceyê operasyon: Kesek hate kuştin

STENBOL - Li Kuçukçekmeceyê di operasyona li dijî avahiyekê de jina ciwan a bi navê Sila Abalay a 18 salî ku tê îdîakirin bi polîsan re ketiye pevçûnê jiyana xwe ji dest da.

Li dijî avahiyek a li kolana Terzî ya li ser riya Tansela taxaYeşîlovaya navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê ye operasyonek hat lidarxistin. Di operasyonê de jina ciwan a bi navê Sila Abalay (18) ku tê îdîakirin bi polîsan re ketiye pevçûnê jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî hatin binçavkirin.

Herêm ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û destûr nehat dayîn ku wesayîk û welatî li herêmê re derbas bibin. Cenazeye Abalay bi wesayîta zirxî ji bo otopsiye rakirin Saziya Tiba Edliya ya li Yenîbosnayê ye. Herêma saziya tiba edlî lê ye ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.

2 KES HATIN BINÇAVKIRIN

2 kesên hatin binçavkirin jî piştî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hasekî di kontrola tendirûstiyê re hatin derbaskirin birin Midûryeta TEM’ê.

Deriyê mal operasyonlê hat pêkanîn bi mohrkirinê hat girtin. Welatiyên li avahiyê diyar kirin ku wan şevê dengê çekan bihîstine, ew tirsiyane û agahiyên berfireh ji nûçeyên hatine pêşkêşkirin bihîstine. Welatiyekî li avahiyê da zanîn ku 15 roj beriya operasyonê ew kes hatine vir, ew van kesan nasnakin û beriya niha qet ew ne dîtibûn.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.