ŞIRNEX - Malbatên Roboskî di hefteya 257’emîn a komkujiyê de li ser gora zarokên xwe hatin cem hev û daxwazên xwe yên dadê dubare kirin.
Li gundê Roboskî ya Qilabana Şirnexê di 28’ê Kanûna 2011’an de 34 welatî ji aliyê balefirên Tirkiyeyê ve hatibûn gulebarankirin û hatibûn qetilkirin, malbatên Roboskî di hefteya 257’emîn a komkujiyê de ji bo dadê hatin cem hev.
Di nirxandina Pêncşemê ya li ser Goristana Roboskê de ligel barana dibarî jî malbatan pankarta “Ji bo Roboskê dad û bila kujer bên dadgehkirin” vekirin û Serokê Komeleya Roboskê Velî Encu daxuyaniyek da. Encu, Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê ku şopdarê gelek cinayetên kiryar ne diyar ên wekî Roboskê bû bibîranî.
Encu, da zanîn ku şewata li Aladaga Edeneyê ji ber polîtîkayên bêceza hiştina dewletê pêk hatiye û wiha got: “Piştî şewatê 48 saet derbas bûn lê hêjî kesekî îstifa ne kiriye. Hêjî kesên destpêkê yên ku dibin sedema van îhmalan nayên darizandin û cezakirin. Ev pergala bêcezahiştin û bêberpirsyariyê heta neye guhertin dê mirin û êşên wiha berdewam bikin.”
‘NE BERSÛC PARLAMENTER TEN DARIZANDIN’
Encu, diyar kir ku berpirsên qetlîaman nayê darizandin lê parlamenter hatine girtin û wiha axivî: “Ev meheke bi biryarek siyasî û bêhiqûqî Ferhat Encu hatiye girtin. Em bang xwe ya berdana Encu û parlamenterên me yên din vê hefteyê jî carek din dubare dikin.”