REQA - Êzidiyê şengalî yê bi navê Neçîrvan Êzidî yê ji bo jinên Êzidî ji destê DAÎŞ’ê rizgar bike ji Swedê tevlî operasyona Tabqayê bû diyar kir ku ew bang li gelê Şengalê yê li vir û derve dijî dike û wiha got: “Ji bo me şensek çêbû. Werin em gel û aza xwe biparêzin.”
Di pêngava 4’emîn a operasyona “Xezeba Firatê” ya ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hatiye destpêkirin de bajarê Tabqa gav bi gav tê rizgarkirin, kesê bi navê bi navê Şengallî Neçîrvan Êzidî (25) ji bo li dijî DAÎŞ’ê şer bike ji Îsveçê hat û tevlî şer bû diyar kir ku ji bo jinên Êzidî yên dîl hatine girtin rizgar bike tevlî operasyonê bûye.
DAÎŞ ÊRÎŞA HERÎ GIRAN LI DIJÎ ÊZIDIYAN PÊK ANÎ
Neçîrvan Êzidî, da zanîn ku dema wê bîhist dê li dijî Reqayê operasyon bê lidarxistin, beriya 7 mehan riya vegera axa xwe girtiye û wiha got: “DAÎŞ’a li dijî hemû bawerî û komên li Rojhilata Navînin êrîş pêk anî divê bê tunekirin. DAÎŞ’ê êrîşa herî giran li dijî Êzidiyan pêk anî. Gelê Êzidî fermana 73’yan jiya. Hat ber asta tunekirinê. Hemû cîhanê ev yek dît.”
‘BI HEZARAN JIN LI BAZARAN HATIN FIROTIN’
Êzidî, anî ziman ku di encama êrîşa DAÎŞ’ê ya li dijî Şengalê de dehezaran Êzidî koçber bûn, bi hezaran hatin qetilkirin, bi hezaran jinên Êzidî hatin girtin, li bazaran hatin firotin û wiha pêde çû: “Hêjî hinek herêmên Şengalê di destê DAÎŞ’ê de ne. Dem amin bihîst ku hêzên QSD’ê ji bo rizgarkirina Reqayê hemleyek daye destpêkirin min biryara tevlîbûnê da û ez hatim vir. Piştî min perwerdehiyên leşkerî bi dawî kirin ji bo li dijî DAÎŞ’ê şer bikim hatim eniya şer a Reqayê. Em niha li Tabqayê ne. Sedema herî mezin a hatina min, jinên destê DAÎŞ’ê de ne. Ji bo em wan jinan û pêşeroja gelê xwe rizgar bikin li virin. Ne tenê ez bi sedan kes li çar aliyên cîhanê ev êş dîtin û berê xwe didin bir.”
‘JI BO ÊZIDIYAN ŞENSEKE’
Êzidî, anî ziman ku wekî kesekî ji Şengalê hatina vir îmtiyazeke û wiha domand: “Ez bang li ciwanên Êzidî dikim ku tevlî hêzên QSD’ê bibin. Ev ji bo me şenseke. Me bi dehan jinên Êzidî yên li Tabqayê di bin destê DAÎŞ’ê de bûn rizgar kirin. Ji ber ewlehiya canê wan tune bû me anîn cihên bi ewle. Operasyona me hêjî berdewam dike. Heta em hemû jinên Êzidî yên li Reqayê di destê DAÎŞ’ê de ne rizgar bikin em ê şer bikin. Ez ji vir bang li gelê Şengalê û yê derve dikim. Bila êdî tu kes îxnaetê li Êzîdxanê neke. Ji kesên reviyane re jî şensek çêbû. Werin em gel û axa xwe biparêzin. Siberoja me li vire divê hemû Êzidî vê bibînin.”
HÊZÊN ENTERNASYONAL ZÊDE DIBIN
Ji bo Reqayê ji DAÎŞ’ê bê rizgarkirin li dijî bajarê Tabqayê operasyonek hat destpêkirin û jig elek cihên cihanê hêzên enternasyonal tevlî vê operasyonê bûn. Ji welatên Çîn, Japonya, Hollanda, DYE, Brezîlya, Îsveç û Danîmarkayê kesên tevlî bûn li eniyên pêş ên şer cihê xwe digirin.
Nazim Daştan-dihaber