RIHA - Gorên aîdî 9 şervanên YGP û YPJ’ê yên li “Goristana Kobanê” ya li Pirsûsê ne hatin texrîbkirin û li ser kêlan nivîs hatin nivîsîn.
Goristana ku cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê yên li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û jiyana xw eji dest dan hat texrîbkirin. Gorên aîdî 9 şervanên YGP û YPJ’ê yên li “Goristana Kobanê” ya li Pirsûsê ne ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hatin texrîpkirin, kêlên goran hatin şikandin û nivîs li ser hatin nivîsîn.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku piştî kêlên goran hatin şikandin, 2 rojan komek zilamên ku cilên sivîl li xwe kirine hatine goristanê û gor kontrol kirine. Rêxistina DBP’ê ya Pirsûsê da zanîn ku hemû gor aîdî şervanên Rojava ne û dê di demek kurt de hemû gorên hatine texrîpkirin çêbikin.