Greva ji bo piştgiriya Gulmen û Ozakça hatibû destpêkirin mezin dibe

STENBOL - Civaknas Doç. Dr. Dîlek Hattatoglu ku çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça hatibû destpêkirin dewr girt diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe mezin bikin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya akademîsyen Nuriye Guşlmen û mamoste Semîh Ozakça ku li ser Kolna Yuksela Enqereyê dabûn destpêkirin di roja 60’emîn de didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku akademîsyenan ji bo piştgiriyê li Kadikoyê dabûn destpêkirin di roja duyemîn de berdewam dike. Di roja duyemîn de Civaknas Doç. Dr. Dîlek Hattatoglu ya bi KHK’ê hatiye îxrackirin grev dewr girt.

Hattatoglu, diyar kir ku armanca wan xwedîderketina têkoşîna hevalên wan û pêkanîna daxwazên wan e û wiha got: “Gulmen û Ozakça ne tenê ji bo xwe ji bo hemû kesên hatine îxrackirin çalakiyek wiha pêk tînin. Ji bo em dengê wan bilind bikin dê di rojên pêşiya me de li Almanya û Enqereyê çalakî bên lidarxistin. Ger dawxaz bi dengek bilin bên ziman dê bên qebûlkirin. Em ê çalakiyên xwe mezintir bikin.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger sibê ji aliyê Peywirdara Lêkolînê ya Zanîngeha Munzurê Emîne Sevîm a bi KHK’ê hatiye îxrackirin ve dewr tê girtin.