Cezayê hepsa malê dan siyasetmedara kurd Sara Aktaş

STENBOL- Siyasetmedara kurd Sara Aktaş a ku 4 roj berê çapemeniya hewzê û Koma Medyayî ya Doganê der barê wê de nûçeyên wek "Berpirisiyara KCK'ê ya Tirkiyeyê Hat Girdin" serwîs kiribûn, ji aliyê dadgehê ve bi şertê venêrîna edlî rastî cezayê hepsa malê hat.

Siyasetmedara kurd û endama Lijneya Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) a ku bi KHK'ê hat girtin, Sara Aktaş 4 roj berê dema ji Îdirê diçû Stenbolê li Balafirgeha Ataturkê hatibû binçavkirin. Aktaş a ku bi îdiaya "Endama rêxistinê" sewqî dadgehê hat kirin, serbest hat berdan. Aktaş a ku danê sibehê ew anîn Edliyeya Çaglayanê, ji dozgeriyê bi îdiaya "Avakirina rêxistina terorî û bi rê vebirina wê" bi daxwaza girtinê, sewqî dadweriya lêpirsînê ya nobedar hatkirin. Dadweriya lêpirsînê, bi şertê venêrîna edlî cezayê hepsa malê da Aktaşê.

Dadgehê ji Aktaş re, biryara qedexeya derketina derveyî welat da.

Aktaş, ji aliyê çapemeniya hewzê û Koma Medyayî ya Doganê ve wek "Berpirisiyara KCK'ê ya Tirkiyeyê Hat Girdin" û "Bi pasaport û nasnameya sexte hat zevtkirin" hatibû serwîskirin.