MELETÎ - Malbatên ku xizmên wan ji aliyê polîsan ve hatine qetilkirin çûn serdana malbata Kemal Kurkut ê di Newrozê hatin qetilkirin. Di serdana ku gotinan têrê nekir de dayikan diyar kirin ew ê hesab ji kiryaran bixwazin.
Li mala malbata Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin a li taxa Dolantepe ya navçeya Battalgazî ya Meletiyê hawar kêm nabe. Malbatên ku bi malbata Kurkut re heman êş jiyan ji bo êşa wan parve bikin çûn sernada malbata Kurkut û rondikên wan parve kirin.
Li ser navê Malbatên Gezî û Piştevaniya Taksîmê dayika Berkîn Elvan ê li Stenbolê dema çalakiyên Geziyê de ji aliyê polîsan ve hate kuştin Gulsum Elvan, dayika Alî Îsmaîl Korkmaz, Emel Korkmaz, dayika Ahmet Atakan, Emsal Atakan, dayika Medenî Yildirim ê li Licê ji aliyê leşkeranv e hate kuştin Fahriye Yildirim, hevsera Sarokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Amedê hate kuştin Turkan Elçî, Dayikên Aştiyê çûn serdana malbata Kemal Kurkut ê li Amedê di Newrozê de ji aliyê polîsan ve hate kuştin.
DAYIK SÎNCAN: KEMALÊ MIN DÊ BIBA HUNERMEND
Dema serdanê de êşên dayikan bû yek. Dayikên ku hatin serdana malbata Kurkut zarokên xwe vegotin û gotin ku kiryarên yekî jî nehatine dîtin. Dayika Kemal Kurkut bi cilên xwe yên reş dayikên ku hatin pêşwazî kir û li her derê malê hawara dayika Kurkut tê bihistin. Dayika Kurkut, Sîncan Kurkut wiha got: "Ez dicemidim, Kemalê min nîv tazî ye. Min bêriya çavên te yê xweşik kiriye Kemal. Kemalê min dê biba hunermend, her tim ji xwe re stran distra. Min jî li pişt derî dengê wî guhdar dikir." Dayika Kurkut. Sîncan Kurkut deriyê odeya kurê xwe ya ku bîranînên wî hene û bi kîlit e bi rondikan vekir. Dayik Sîncan destê xwe dide gîtara Kemal û wêneyê wî hembêz kir û giriya.
'EM Ê JI KIRYARAN HESAP BIPIRSIN'
Dayikên ku li hemberî dozên ku têkîldarî kuştinên zarokên wan tê vekirin û bêcezakirinê bi encam dibe nerazîbûna xwe bi gotina "Em ê bi hevre têbikoşin û ji kiryaran hesab bipirsin" tînin ziman.
Birayê Kurkut, Cihan Kurkut ê gotina "ME dizanibû di Newroza Amedê de mirin çêbibe" bi kar anî wiha got: "Aliyeke em kêfxweş bûne ew e ku piştî Kemal kesên din nehatin kuştin. Piştî Kemal em ne çûn dibistana wî ne jî cihê ku hate kuştin. Li ser vî axê gelek êş hate jiyîn. Em naxwazin êdî bê jiyîn. Qasîdên me yên aştiyê yek bi yek hatin kuştin lê dê li ciheke bisekine. Em bi mirovahiyê re dixwazin bijîn. Dê aştî bê vî axê û em ê bi mrivane bijîn. Îro newêrin li çavên we binêrin."
Serdana malbatan bi gotina "Em ê hesab biripsin" bi dawî bû.