MÊRDÎN -Li Mêrdînê ji 71 kesên bihincetatêkiliya wan bikuştina Qeymeqamê Dêrikê re heye hatibûn binçavkirin, 20 jê kes hatingirtin.
Li Mêrdînê ji 71 kesên ku bihinceta têkiliya wan bikuştina Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatih Safîturk re heye, 35 kes jê ev 21 roj in di bin çavan de bûn û îro derketin pêşberî dozgeriyê. Di îfadeya dozgeriyê de 6 kes hatin berdan û 29 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrdînê der barê 20 kesî de biryara girtinê da û 9 kes jî bi şerta venêrîna edlî hatin berdan.
Lêpirsîna 36 kesên ku li Muduriyeta Polîsan a Mêrdînê hîn berdewam dike û hate hîn bûn ku 20 kesên hatine girtin şandine Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.