ŞIRNEX - Operasyona leşkerî ya li herêmên Besta û Kato Jîrkayê yên Şirnexê didome. Konvoya leşkerî ya ku ji bo operasyonê tîmên taybet vediguhastin qeza kir. Di qezayê de 11 leşker birîndar bûn.
Gelek tîmên taybet ên bi balafirên kargoyî li Balafirgeha Şerafettin Elçi ya li Hezexa Şirnexê daketin, dema bi wesayîta zirxî hatin veguhastin, li nêzî Robarê Saklanê yê navçeya Cizîrê wesayîta zirxî gindirî şerampolê. Li gor agahiyên ewil 11 leşker di qezayê de birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Ji bo qezayê gelek peywirdarên ewlehiyê sewqî herêmê hatin kirin û her wiha bi dehan wesayîtên zirxî yên ji balafirgehê leşker wergirtin ji Cizîrê ber bi Şirnexê ve çûn.
Leşkerên ku nêzî hefteyekê ne bi balafirên kargoyî tên, ji bo operasyona leşkerî ya ku ji 18'ê Nîsanê heta niha li herêmên Besta û Kato Jîrkayê didome, sewqî 23'yemîn Fermandariya Sînor a Cendirmeyan a Şirnexê tên kirin.