ANTALYA - Zozan Yakut a nêzî 6 meh berê tevî keça xwe Rozayê hat girtin, anî ziman ku dema hat binçavkirin çewal xistin serê wê, pitika wê ya 4 mehî û hemû endamê malbatê. Yakut a ku piştî 6 mehan tehliye bû, da zanîn ku wê li girtîgehê carna melesên jinên girtî ji keça xwe re kiriye potik.
Li Kepeza Antalyayê, di Mijdara 2016'an de di serdegirtina malê de Zozan Yakut tevî pitika xwe ya 4 mehî û 17 xizmên xw ehat binçavkirin û mehekê di bin çavan de ma. Paşê tevî pitika xwe ya 4 mehî, hevjînê xwe û 12 xizmên xwe bi tawanbariyên "Endamtiya rêxistinê" û "Alîkariya rêxistinê" hat girtin. Piştî 6 mehan şûn de, di 27'ê Nîsanê de Zozan Yakut tevî keça xwe Rozayê tehliye bû.
‘DILŞIKESTÎ ME'
Zozan Yakut, anî ziman ku wê biryara dadgehê bi awayekî dilşikestî pêşwazî kiriye û got ku, wê li girtîgehê hevjînê xwe û 12 xizmên xwe hiştiye û ew nizane ku dê aqûbeta wan çi be. Yakut, da zanîn ku 7 sal berê bi hêviya karekî bibînin tevî xizmên xwe ew ji Nisêbîna Mêrdînê hatin û li Taxa Guneşê ya Kepeza Antalyayê bi cih bûne û got ku, ji roja ku ew hatine Antalyayê heta niha ji ber kurdbûna xwe ew rastî gelek pirsgirêkan hatine. Yakut wiha domand: "Dema em hatin Antalyayê, zor û zehmetiyên ku me kêşan tenê ez dizanim û Xwedê dizane. Dema zarokên me çêbûn, ev zehmetîdu qat zêde bûn. Li Antalyayê heta demeke dirêj, ji ber em kurd in hevjînê min karek bi dest nexist. Li ser vê me jî wek xizmên xwe yên din, mîdye çêkirin û li çarşî û bazaran ew difirotin. Mirov tiştekî zêde ji vî karî qezenc nake, lê herî kêm me nakuje."
Yakut, îşaret pê kir ku li gel ewqas zor û zehmetiyan ji ber nasnameya xwe jî ew kêmbar hatine dîtin û bi vê re jiyana wan zehmetir bûye. Yakut wiha axivî: "Em biçûnan kuderê ji ber em kurd in, tim dixwestin me bieciqînin. Lê me li bajarên xwe jî serî li hemberî ewqas çewisandinan netewand û li vir jî me li hemberî çend sûtalên ku bi xwe nizanin serî netewand. Ji ber vê yekê, li her derî hem di warê jiyanê de hem jî di warê hebûnê de em têdikoşiyan."
‘ÇEWAL XISTIN SERÊ KEÇA MIN A 4 MEHÎ'
Yakut, anî ziman ku sedema herî mezin a ku tevî keça wê ew xistin girtîgehê, ji ber kurdbûna wan û ji ber ku li ber xwe dane bûye û wiha got: "Serê sibehê saet li dor 04.00 bû. Ji nişka ve deriyê mala me hat şikandin û bi dehan polîsên rûpoş ketin hundur. Çawa ku ketin hundur, ji her kesî re gotin 'xwe serdevkî dirêj bikin' û hema bêje mal talan kirin. Qûndaxa keça min û nivînên kurê min perçe perçe kirin û tu tişt li malê saxlem nehiştin. Dema me ji malê derxistin derve, keça min a 4 mehî jî di nav de çewalên reş xistin serê me hemûyan. Me li wesayîtên zirxî siwar kirin. Pêşî birin nexweşxaneyê û paşê jî em birin Şaxa TEM'ê. Mehekê di lêpirsînê de man. Tim pirsên 'Ji bo çi we li endamên rêxistinê nihêriye' dikirin. Piştî lêpirsînan, ji 17 xizmên me 5 jê ne di nav de, em hemû girtin."
Yakut, anî ziman ku dema di dadgehê de biryara girtina wan hatiye dayîn, wê demê herî zêde ew ji bo keça xwe endîşedar bûye û got ku, keça wê 4 mehî bû, hîn şîrê dê vedixwar û ji ber vê wê nikaribûye dev jê berde. Yakut, diyar kir ku dema ew hatiye girtin, şeva ewil di jiyana wê de şeva herî dirêj bûye û got ku, paşê ew bi saya hevalên xwe zû adapteyî şert û mercên girtîgehê bûye. Yakut, da zanîn ku keça wê Roza moral û kêfxweşiya girtîgehê bûye. Yakut, diyar kir ku keça wê Roza di çala tarî de tîrêja ronahiyê bûye û got ku, sedema ku îdareya girtîgehê ewqasî bêperwa nêzî zarokeke biçûk bûye, dibe ku ji ber ronahiya ku vê zarokê aniye girtîgehê be jî.
'MIN CARINAN MELES Û KINCÊN GIRTIYAN JI KEÇA XWE RE DIKIR POT'
Yakut, ragihand ku li girtîgehê keça wê gelek caran nexweş ketiye û îdareya girtîgehê çawa nêzî girtiyên din dibû, wisa nêzî keça wê jî dibû û got ku, heta ku ew sax be ew ê wan tiştên ku li wê bedena biçûk dihatin kirin ji bîr neke. Yakut, da zanîn ku heke ne ji ber wê tora piştevaniyê ya li girtîgehê bûna, wê çirkekê jî nikaribûna îdare bikirina û got ku, ji bo keça wê potik nedihatin dayîn, dema didan jî kêm didan. Yakut, dest nîşan kir ku wê bi piştevaniya girtiyan pêdiviyên keça xwe bi cih dianî. Yakut, anî ziman ku wê carinan meles an jî kincên girtiyan ji keça xwe re dikir pot û got ku, ruhê piştevaniya li girtîhehê bi peyvan nayê vegotin.
‘HÎN JÎ MERAQ DIKIM KU GELO DÊ ÇI XETERIYEKE ZENGILÊ HEBE'
Yakut, da zanîn ku li girtîgehê tenê pêlîstokeke Rozayê hebû, ew jî zengil bû lê belê bi hinceta xetere ye, dest danîne ser zengilê û wiha domand: "Li girtîgehê tenê pêlîstokeke keça min hebû, ew jî zengilek bû. Dema pê dilîst kêfxweş dibû. Rojekê di dema lêgerînê de, gardiyanan bi sozê ku dê paşê bînin zengil birin. Paşê dema min ji gardiyanan daxwaza zengila keça xwe kir, gotin 'li qawîşan hebûna pêlîstokan qedexe ye' û nedan. Ji bo pêlîstokê ji wan bistînim, min pir li ber xwe da, lê bi hinceta xetere ye nedan." Yakut, anî ziman ku ev bûyer tesîreke zêde lê kiriye û got ku, hîn jî ew meraq dike ku gelo dê çi xeteriyeke pêlîstokekê hebe.
‘TEQEZ DÊ EV TARÎ RONÎ BIBE'
Yakut, îşaret pê kir ku bedena Rozayê di temenekî zaf biçûk de girtîgeh nas kiriye û got ku, bi saya vê wê careke din dîtiye ku ka dewlet çi qas zalim e. Yakut, anî ziman ku wê li girtîgehê rojên xweş jî derbas kiriye û wiha got: "Belkî jî cihê herî zêde Roza lê keniya, girtîgeh bû. Rewşeke êşbar e, lê li cihekî tarî hebûna tiştekî wisa hêviya mirov xurtir dike. Dibînim ku dijminahiya dewletê ya bi kurdan, di ser bi dehan zarokên wek Rozayê re xerabtir dibe. Baş dizanim bi dehan dayikên wek min tevî zarokên xwe di girtîgehan de ne. Heta ku zarokên wek Rozayê bibin ronahiya van dehlîzên tarî, teqez dê tarî bibe ronahî û em ê xwe bigihînin tahma azadiyê."
Erdogan Alayumat - dîhaber