ŞIRNEX - Li Şaredariya Cizîrê ya ku qeyûm tayînî wê hat kirin, karkerên ku serê sibehê dest bi kar dikin piştî lêgerîna kûçikên pisporê bombeyan, dikevin hundurê şaredariyê.
Li Şaredariya Cizîrê ya qeyûm tayînî wê hat kirin, tevdîrên ewlehiyê gihaştin asta herî jor. Qulûbeyên polîsan ên li dora şaredariyê, her roj tên zêdekirin.
Welatiyên ku ji bo kirariyan tên şaredariyê jî, pêşî di lêgerîneke arav û tarav re derbas dibin û piştî ku di amûra X-rayê re jî derbas dibin dikevin hundurê şaredariyê.
Li şaredariya ku tim lêgerîn lê tên kirin, her roj beriya mesaiyê polîs bi kûçikên pisporê bombeyan in lêgerînê dikin. Xebatkarên ku ji bo mesaiyê li ber derî tên rawestandin, piştî lêgerîna kûçikên pispor dikevin hundur.
Xebatkarên şaredariyê yên ku ji ber vê sepandinê nerihet in, anîn ziman ku li gel ku Qeyûm Ahmet Adanur nayê şaredariyê jî, ji bo çi lêgerîneke wisa tê kirin, hîn jî wan fêm nekiriye.