AMED - Malbatên ku di Berxwedana Geziyê de zarokên wan jiyana xwe ji dest dan û ji bo piştevaniyê serdana malbata Kemal Kurkut ê ku di Newrozê de bi guleya polîsan hat kuştin kirin, anîn ziman ku, bi salan e li Tirkiyeyê bi hezaran kes ji aliyê leşker û polîsan ve tên kuştin, lê hemû kujer rastî polîtîkaya "necezakirinê" tên.
Endamên Platforma Şehîd û Gaziyên Geziyê yên ku ji bo piştevaniya bi malbata Kemal Kurkut ê ku di Newroza Amedê de bi guleya polîsan hat kuştin hatin Amedê, anîn ziman ku ew ji bo hevkariya têkoşîna edalet û êşên xwe hatine. Endamên platformê, dest nîşan kirin ku ew ê di her şert û mercî de lêgerîna xwe ya ji bo edaletê bidomînin û ew ê dev ji kujerên zarokên xwe bernedin.
‘BI BÊCEZATIYÊ RE KUJER TÊN XELATKIRIN'
Berdevkê Platforma Şehîd û Gaziyên Geziyê Volkan Kesanbilici, anî ziman ku ji Berxwedana Geziyê heta niha gelek mirov ji aliyê polîs û leşkeran ve hatine kuştin û got ku, huqûq û polîtîkaya bêcezatiyê ketiye rewşeke reşbîn. Kesanbilici wiha axivî: "Gezî jî di nav de, doza tu kesên ku wek min birîndar bûn nehat vekirin. Li gel vê bi yên hatin vekirin re jî, cezayên ku wek kujeran xelat bikin hatin dayîn. Ev dewlet bi bêcezatiyeke mezin kujeran xelat dike. Kesên ku van binpêkirinên mafan radigihînin raya giştî tên girtin, lê kujer dema tên binçavkirin demildest tên berdan. Ji Geziyê heta Kemal Kurkut bi tu awayî kujer ceza wernegirtine. Li vir em dibînin ku dewlet bi awayekî cidî leşker û polîsên xwe diparêze."
‘DIVÊ YÊN KU ME NEDÎTINE EM WAN DUBARE LI PARZÛNA WIJDAN BIXIN'
Kesanbilici ê ku got "Bi salan e ku dewlet bi polîtîkaya bêcezatiyê lêgerîna me ya edaletê asteng dike" anî ziman ku, ew ê tevî malbatên ku zarokên wan li herêmê hatine kuştin têkoşîna xwe ya hevpar xurt bikin. Kesanbilici wiha axivî: "Îro em tenê kesên wek Ali, Berkin û Kemal Kurkut ên ku qetilkirina wan di kamerayan de xwe dane der diaxivin. Ji yên din re jî ji ber ku dîmenên wan tune ne, dibêjin 'bombekar, terorîst.' Divê em hemû tiştên hatine jiyîn li parzûna wijdan bixînin."
'HEKE CEZA LI KUJERAN BÊ BIRÎN...'
Gulsum Elvan, bi bîr xist ku di ser kuştina kurê wê Berkin Elvan re 3 sal derbas bûne, lê belê heta niha wan tu encam ji lêgerîna xwe ya edaletê wernegirtiye û got ku, di encama lêgerîna wan a edaletê ya bi salan de dozek hatiye vekirin, lê belê ew naxwazin ev doz jî bi bêcezatiyê biencam bibe. Elvan wiha got: "Me bêcezatiya li Tirkiyeyê di doza Ethem, Dilek Dogan, Ugur Kurt, Kemal Kurkut de dît. Bi awayekî hêsan vana vediguherînin cezayê pereyî û dibêjin 'em ceza didin', lê belê em ji vêya re nabêjin ceza. Min li dadgehê bi dehan carî ji dozgeran re got, heta ku hûn cezayekî baş nedin vana dê ev tim zarokên me qetil bikin."
‘NE JI BO SERSAXIYÊ, JI BO PIŞTEVANIYÊ HATIM'
Elvan, dest nîşan kir ku kuştina zarokên biçûçik û wek "terorîst" îlankirina wan bi tena serê xwe derhuqûqiyek e û wiha axivî: "Kurê min hîn 14 salî bû û dema ji bo nan bikire derket hat qetilkirin. Wî wek 'terorîst' îlan kirin. Xwestin heman tiştî ji bo Kemal Kurkut jî bikin. Heke ne ji ber wan dîmenan bûna, dê Kemal jî wek 'bombekar' bihatana zanîn. Ez ji bo sersaxiyê nehatime vir. Çimkî ev zarok bi awayekî ne mirin. Ev zarokên me ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Êş û birîna me heman e. Ji ber vê ji bo piştevaniyê, ji bo destekê hatime."
‘TU YÊ QETIL BIKÎ Û BIBÊJÎ 'QEDER' E'
Waliyê Şirnexê Ali Îhsan Su, ji bo zarokên ku li Silopiyayê wesayîta zirxî ew qetil kirin gotibû "qeder" e. Elvan li dijî vê bertek nîşan da û wiha got: "Dixwazim ji walî re vî tiştî bibêjim. Bila ew panzêr an jî dûpişk were li te biqelibe û bila ev jî qedera te be. Ew ê vê qebûl bike yan? Hem tu yê qetil bikî û hem jî bibêjî qeder e. Ev ne qeder e. Ez qedereke wisa qebûl nakim."