DERSIM - Kemal Gun ê ku ji bo cenazeyê kurê xwe yê ku di bomberanana li Çemê Çetê yê Dersimê de jiyana xwe ji dest da wergire, dest bi greva birçîbûnê kiribû û ev 73 roj in greva xwe didomîne. Gun ê ku êdî masûlkeyên wî dihelin wiha got: "Heke ez bimirim jî ez ê dev jê bernedim."
Di 7'ê Mijdara 2016'an de, Çemê Çetê yê di navbera navenda Dersimê û navçeya Xozatê de ye hatibû bombebarankirin û di vê bombebaranê de 11 DHK-C'yî jiyana xwe ji dest dabûn. Hîn jî 10 cenazeyên kesên ku di bomberanê de jiyana xwe dest dane teslîmî malbatan nehatine kirin. Ji 11 DHK-C'yiyên ku di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan yek jê Murat Gun e. Bavê Gun, Kemal Gun ji bo cenazeyê kurê xwe wergire ev 73 roj in li Qada Seyîd Rizayê di greva birçîbûnê de ye. Lê her diçe bêhalî li Kemal Gun peyde dibe û masûlkeyên wî dihelin. Bav Gun, anî ziman ku ew bi îradeyê li ser piya disekine.
‘HEKE BIMIRIM JÎ EZ Ê DEV JÊ BERNEDIM'
Bav Gun ê ku got “Me eware dikin. Ez ê heta dawiyê li ber xwe bidim. Heta ku ez perçeyekî hestiyê kurê xwe nestînim, ez ê ji vir neçim" anî ziman ku heta berxwedana wî biencam nebe ew ê çalakiya xwe bidomîne. Gun der barê xerabûna tenduristiya xwe de jî wiha got: "Dibe ku birûxim jî û kîloyan jî bidim. Heke zanibim ez ê bimirim jî, ez ê ji vir neçim. Heke ez perçeyekî hestiyê wî wergirim jî ez ê bêm. Ez bi vîn û xurûra xwe disekinim. Ev hemû xurûra me ne, şehîdên me ne. Rêza min ji bo wan heye. Heke bimirim jî ez ê dev jê bernedim."
Gun, anî ziman ku ew bi îradeyê li ser piyan disekine û wiha axivî: "Divê em gelê kurd li hemberî vana li ber xwe bidin. Me her tişt, her cure îşkence dîtiye. Em vê jî nakin pirsgirêk."