‘Hilberîna gulan, wek beza li pêy zarokekî ye'

MÊRSÎN - Hevjînên hev Hasret û Medya Çapanoglu yên ku li navçeya Akdenîzê gulan hildiberînin, der barê vî pîşeyê li ser asasê kedê tê kirin wiha gotin: "Hilberîna gulan, dişibe beza li pêyî zarokekî."

Li Mêrsînê, di demên dawî de zaf hilberîniya gulan tê kirin û hilberîneriya gulan xwedî qada bazareke girîng e. Bi hatina havînê re karê hilberîniya gulan jî li serayan dest pê kir. Hevjînên hev Hasret û Medya Çapanoglu yên ku li Bajaroka Kazanli ya Akdenîza Mêrsînê hilberîneriya gulan dikin, îşaret pê kirin ku hilberandina gulan ne wek bedewî û nazeniya gulan e û balê kişandin ser zor û zehmetiyên kar.

GULEKE NEXWEŞ DIKARE HEMÛ SERAYÊ BI XWE RE BIBE!

Hasret Çapanoglu, anî ziman ku bilîbûna bi axê re hîseke baş lê peyde dike û got ku, li gel zehmetiyên serevaniyê, gul jî eleqeyek zêde dixwazin û wiha domand: "Heke tu ji hilberandina gulan hez bikî dê bibe gul, lê heke tu hez nekî dê bibe strî. Hilberîna gulan, dişibe beza li pêyî zarokekî/ê. Em tim derman, av û tiştên organîk didin gulan û wan dişopînin. Em her roj şînbûna gulan yeko yeko raçav dikin." Çapanoglu, dest nîşan kir ku gul zaf narîn in û zû nexweşîn li wan peyde dibe û wiha axivî: "Em dinihêrin heke nexweşîn lê peyde bûbe, em li gor wê nexweşînê derman didinê. Heke di dema nexweşîna gulê de tu mudaxileyî wê nekî, ev nexweşîn li hemû serayê belav dibe. Yanî divê neyên îhmalkirin. Heke mudaxileyî gulan neyê kirin, ev nexweşîn li hemû gulan peyde dibe. Yanî wek tu tim li pêyî zarokekî/e biçûk birevî, divê tu bi gulan re eleqedar bibî."

ZIVISTANÊ PERE JÊ TÊ, LÊ HAVÎNÊ NA

Medya Çapanoglu jî, dest nîşan kir ku gul ne weke ku li şaxa xwe dixuyê û wiha got: "Dema em gulan berhev dikin, strî di her derê me re radibin. Û divê gulên hatin jêkirin, demildest têkevin nav avê. An jê gul dimire." Çapanoglu ya ku got "Tu çawa li zarokeke/î nû çêdibe dinihêrî, divê tu wisa li gulê jî binihêrî" diyar kir ku, li gel tahb û hewildanê jî, ew beramberiya keda xwe nastînin.

Çapanoglu wiha got: "Di demsala zivistanê de heke zaf sarî tune be, wê salê pereyekî baş tê qezenckirin. Germahî zaf muhîm e. Heke zivistanê germahiya wê baş be, heba gulê bî lîreyekê jî diçe. Lê havînê gul pir nayên firotin. A rast demsala vî karî zivistan e, yanî havînî pere jê nayê qezenckirin."