AMED - Rêveberê Înîsiyatîfa Lêkolîn û Pêşvebirina Kurdî Îrfan Babaoglu, anî ziman ku ew ê Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur pîroz bikin û her wiha li hemberî polîtîkayên çewisîner û "tunekirinê" jî banga ji bo xwedîderketina li zimanê kurdî kir.
Ji sala 2006'an û vir ve 15 Gulanê roja weşana Kovara Hawarê ya di sala 1932'yan de li Şamê ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve bi tîpên latînî hat weşandin, wek Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Îsal dê li Amedê Cejna Zimanê Kurdî di 13'ê Gulanê de bi çalakiyên cur bi cur bê destpêkirin. Di çarçoveya çalakiyan de, dê panel û konser bên lidarxistin, helbest bên xwendin û lîstikên şanoyê bên pêşandan.
Rêveberê Înîsiyatîfa Lêkolîn û Pêşvebirina Kurdî Îrfan Babaoglu, anî ziman ku ji dîrokê heta niha kurd rastî gelek çewisandinên giran hatine û wiha got: "Li gel hemû çewisandinan jî, kurdan tim û tim zimanê xwe parastiye. Di serdemên ku dema xaka kurdan hat dabeşkirin de jî, rewşenbîrên kurdan der barê ziman de gavên pratîk avêtine. Di sedala 20'emîn de jî dema dewletên emperyalîst xwestin xaka kurdan talan bikin, rewşenbîrên wek Celadet Bedirxan gavên ku ji bo zimanê kurdî di wesfa şoreşê de ne avêtin û di dîrokê de cara yekemîn bi alfabeya latînî Kovara Hawarê derxistin û roja weşana vê kovarê wek Cejna Zimanê Kurdî hatiye qebûlkirin."
Babaoglu, dest nîşan kir ku hîn jî li ser gelê kurd çewisandineke zêde heye û xetereya bişavtinê hîn jî didome û wiha got: "Di serdemeke ku ev çewisandin hemû didomin de, birêvebirina xebatên ziman û cejna zimanê kurdî zaf girîng e. Di vê serdema ku çewisandinên zêde li ser gelê kurd hene de, ev cejn ji bo me zaf girîng e û em ê bi çalakiyên cur bi cur pîroz bikin."
‘JI BO GELÊ KURD TUNE BIBE BI ÇEWISANDINÎ BI SER ZIMANÊ WAN DE DIÇIN'
Babaoglu, îşaret pê kir ku Cejna Zimanê Kurdî di bin siya çewisandineke zêde de tê pêşwazîkirin û wiha got: "Mebesta hêzên serdest ew e ku zimanê kurdî tune bibe. Naxwazin saziyên di warê zimanê kurdî de xebatan bi rê ve dibin hebin. Ji ber vê bi çewisandineke zêde bi ser zimanê kurdî de diçin. Bi vî awayî hêzên serdest aşkere didin der ku, dixwazin gelê kurd tune bibe."
Babaoglu, parast ku îktîdar bi tunekirina çand û zimanê kurdî dixwaze gelê kurd tune bike û wiha got: "Çawa ku zimanê kurdî li gel hemû çewisandinên giran bi sedan sal jiyaye û hatiye roja îroyîn. Dê ji niha û pê ve jî bijî. Qethiyen dê siyaseta kirêt a îktîdarê nikaribe zimanê kurdî tune bike."
Babaoglu, dest nîşan kir ku li gel hemû astengiyan jî ew ê bi çalakiyan Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin û wiha axivî: "Di pîrozbahiyan de dmijarên çewisandinên li ser zimanê kurdî, rewşa ziman a heyî, xwedîderketina lê, baldariya gel a ji bo wê dê derkevin pêş."
‘DIVÊ GELÊ ME JI HER DEMÊ BÊTIR BI KURDÎ BIAXIVE'
Babaoglu, dest nîşan kir ku tu hêzek nikare xwedîderketina li zimanê kurdî tune bike û wiha got: "Îktîdar baş dizane ku riya tunekirina civakekê di tunekirina zimanê wê re derbas dibe û li gor wê polîtîkayan hildiberîne. Ji roja ku Komara Tirkiyeyê ya ku li ser bîrdoziya 'yek netewî' hatiye avakirin heta niha, bi çewisandinên giran bi ser kurdî de çûye. Li hemberî van çewisandinan, divê em jî ji her demê bêtir xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê hemû dayikên me, malbatên me, gelê me ji her demê bêtir bi kurdî biaxive, berbelav bike. Dibe ku îro çewisandinên giran hebin, lê ev çewisandin jî nayên wateya ku zimanê kurdî û xebatên ji bo zimanê kurdî tune ne."