ENQERE - Hîndekar û hiqûqnasê Zanîngeha Enqereyê Cenk Yiğiter ê ku bi KHK'ê hat dûrxistin rewşa piştî 7'ê Hezîranê û OHAL'ê nirxand. Yigiter anî ziman ku piştî 7'ê Hezîranê rejîma OHAL'ê û dewleta partiyê hatiye avakirin. Yîgîter, anî ziman ku OHAL'a niha ji 12'ê Îlonê xerabtir e.
Piştî referandum bi dawî bû û 18 xalên qanûna bingehîn hatin erêkirin Serokomar Erdogan bû serokomarê partîyî. Pergalek nû û pêvajoyek nû dest pê kir. Niqaşên li ser vê pêvajoyê her ku diçin zêde dibin. Nerazîbûn û bertekên li dijî vê pêvajoya Serokomare Partîyî jî zêde dibin.
Têkildarî pergala nû û pêvajoya dawî hîndekarê "Koma Ji bo Aştiyêde Akademîsyen" û hiqûqnas ê Zanîngeha Enqereyê Dr. Cenk Yigiter, geşedanên dawî nirxand. Dr. Yigîter anî ziman ku bi pergala nû rejîma nû jîhatiye destpêkirin û wiha got: "Di rastiyê de ji sedî 51 "Na" ye. Lê aşkere bêhiqûqî kirin. Vîna gel tune kirin. Ger ku ji sedî 51 "Erê" bi ser ketibe jî dîsa di bin zextan û şertê OHAL'ê de girtina dengan a ji sedî 51 ne serkeftin a "erê" ye. Têkçûna Erê ye.
Dr. Yigiter, destnîşan kir ku ev pêvajoya dawî dê bi zor û zahmet derbas bibe û wiha got: "Rejîma otorîter bi destê zorê "erêkirina civakê" stend. Dît ku bi qasî civak qebûl dike ne rewa û meşrû ye.
AKP û Serokar her dem pesnê xwe didan ku li herêmê piştî 2002'an OHAL bi dawi kirine. Her dem pesnê xwe bi demokrasiyê didan. Lê niha nêzî salekê ye Tirkiye bi OHAL'ê dimeşe. OHAL li bajarê Kurdistanê piştî 7'ê Hezîranê xistin meriyetê. Her çend navê OHAL'ê lê nehatibe kirin jî berê OHAL hebû. Divê em OHAL'la li Kurdistanê wekî OHAL'a 20'ê Tîrmehê nebînin. Divê em OHAL'ê li Kurdistanê piştî 7'ê Heziranê bigirin dest. Li Tirkiye ji despêkê heta niha di serdema OHAL'ê de gelek bêhiqûqiyên mezin pêk tên. Me bi danezana Atiyê mijar aşkere kiribû. Di pêvajoyek wisa de Serokomar dibêje "OHAL'a me naşibe OHAL'a beriya 2002'an. Raste naşibe ya berê, lê ji ya berê pir xedartir e. Ji ber ku OHAL’a niha ji serdema darbeya 12'ê Îlonê ya Faşîst gelek xerabtir e. Di serdema 12'ê Îlonê de ew qas karker, kedkar û akademîsyen ji kar nehatibûn avêtin û nehatibûn îxrackirin. Niha ne diyare ku ez dê di pêşerojê de karibim parêzeriyê bikim ya na. Di serdema 12'ê Îlonê de mamosteyên me yên hiqûqê ku hatin îxrackirin rastî pêkanînên wisa nehatin. Dijmantî û kînek mezintir heye. Zêdeyî 120 hezar kedkarên cemaweriyê hatin îxrackirin. Hemû mirovên hatin îxrackirin bi endamtiya rêxistinê tawanbar kirin. Di Rojnameyên Fermî de ji hemû Tirkiye re ragihandin. Êdî bi vî rengî nameşe.
DIBE KU OHAL HETA 2019'AN BIDOME
Yîgîter, destnîşan kir ku îktîdara AKP'ê wekî ku piştî “Erê" derkeve dê OHAL bê rakirin ava kir û wiha got: "Ji ber ku bi zorê "erê" bi ser ketiye hêj negihiştine armanca xwe ji ber vê yekê dê OHAL'ê wekî qilîç bikar bînin û li pêş xwe bikin mertal. Dibe ku OHAL heta 2019'an bidome. OHAL dê wekî rejîmekê hebûna xwe berdewam bike. Ji ber ku êdî rejîma OHAL'ê û Dewleta Partîyî tê avakirin. Niha AKP li şûna me kadroyên xwe bi cih dike. AKP dibe dewlet. Berê FETO hebû niha AKP heye. AKP dê bi OHAL'ê re li her derê qadroyên xwe bi cih bike. Me YSK dît. Welat dê têkeve destê rejîma AKP û Qesrê."
Yîtîter anî ziman ku hêza muxalif di rastiyê de zêdeyî ji sedî 50 deng derxistiye û wiha got: "Ji niha de niqaşên li ser îtîfaqa namzetê 2019'an pêş bikeve şaş e. Yê ku di 2019’an de bê hilbijartin dê bibe serokê rêveberiya Tirkiye. Hikûmet dê teslîmî wî wê kirin. Dê 5 salan hikûmet di destê wî kesi de be. Dê her dişt ji aliyê wî ve bê diyarkirin û birêvebirin. Divê em li dijî vê yekê helwesta xwe bi awayekî xurt nîşan bidin."