RIHA - Parêzerên doza qatlîama Pirsûsê diyar kirin ku cidîbûna dozê nayê fêmkirin û wiha gotin: "Di serî de rayedarên dewletê yên ku di vî qatlîamê de berpirsyariya wan heye, heta ku hemû kiryar bên darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Parêzerên doza qatlîama Pirsûsê ya ku li Navenda Çandê ya Amarayê di encama êrîşa bombeyî ya DAIŞ'ê de 33 ciwanên ku ji bo piştevaniya zarokên Kobanê xwestin biçin Rojava jiyana xwe ji dest dan têkîldarî yekemîn danîşîna dozê axivîn.
Parêzeran diyar kirin ku di doza ku 33 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn de tenê 3 bersûc hene lê danîşina yekemîn a dozê bêyî bersûcan dest pê kir û doz taloqî 14'ê tîrmehê hatiye kirin, pêvajoyeke zor û zehmet li pêşiya wan e, ew ê bi biryarî lêgerîna xwe ya edelatê bidomînin.
'GER KU AMED BIHATA LÊKOLÎNKIRIN PIRSÛS Û ENQERE NEDIBÛ'
Parêzer Gulhan Kaya diyar kir ku ji Amedê heta Pirsûsê, ji Pirsûsê heta qatlîama Enqereyê ji ber ku lêpirsînekî bi bandor nehat meşandin qatlîam li pey hev hatin, û gotinên Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu ya "em lêpirsînên bi bandor dikin, em ê kiriyara bibînin binêrin me bombekarê zindî yê Pirsûsê teslîmî darazê kir" a piştî qatlîama Enqereyê kiribû bi bîr xist û wiha got: "Heman feraset îro jî berdewam dike. Ev nêzîkatiya Davutoglu nîşan dide kû bi van qatlîaman ve çawa eleqedar dibin."
'CIDÎBÛNA QATLÎAMÊ NEHAT FÊMKIRIN'
Kaya da zanîn ku cidîbûna doza qatlîama Pirsûsê nehatiye fêmkirin û wiha berdewam kir: "Doz saet di 09.00'an de bû lê saet di 15'an de dest pê kir. Malbat bi saetan li ber kampusê sekinîn. Ciheke bisekinin jî tunebû. Em vî rêbazî wekî cezakirina mexdûran dibînin. Heyeta dadgehê jî bi cidiyetê nêzîkî dozê nabe. Ger ku nêzîkbûneke cidî hebûya ji bo dosyaya ku evqas mexdurê wî hene tenê rojek nedida." Kaya destnîşan kir ku roja dawî ya doza qatlîma Enqereyê, doza Pirsûsê bû wiha got: "Heyeta dadgehê dikaribû bersûc Yakup Şahîn bianiya dadgehê lê pêwîst nedît ku roja doza Enqereyê bipirse."
'DER BARÊ YAKUP ŞAHÎN DE BIRAYA GIRTINÊ YA HATIYE DAYÎN GIRÎN E'
Kaya diyar kir ku biryara heyeta dadgehê ya ku ji bo girtina Yakup Şahîn da, biryareke dereng be jî erênî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê ya bibe ev e. Biryareke pir taybet jî nîne. Nehiqûqiya ku kirin hinek be jî sererast kirin. Ji ber ku biryarekî dereng e. DEma ku dosya hat ber destên wan tişta ku dozger nekir divê bikirina. Lê nekirin. Bi vî rengî bi vî biryarê sererast kirin."
'WEKÎ TIR'ÊN MÎT'Ê NE ÇEK, PÊLÎSTOK BÛN'
Kaya ji ber biryara gilîkirinê ya heyeta dadgehê ya der barê axaftina Seroka SGDF'ê Ceren Çoban de nerazîbûn nîşan da û got ku di îdianameyê de çûyînê SGDF a li Pirsûsê wekî tiştekî neqanûnî hatiye nîşandan. kaya wiha axivî: "Di îdianameyê de tiştên ku li derûdorê belav bûne ne pêlîstok in wekî ku çekên di TIR'ên MÎT'ê derketine nêzîkatiyek çêbûye, hebûna SGDF a li wir jî wekî neqaqûnî hewl daye îlan bike. Ev feraseta di îdianameyê de di heman demê de di dozger û heyeta dadgehê de jî heye. Meqamên darazê ji bo ku berpirsyar bên darizandin 21 meh in tiştek nekirine. Dema ku mijar dibe tiştên têkîldarî serokomar û rayedarên dewletê bi lez û bez gil^itê kirin."
Kaya herî dawî wiha got: "Pêvajoyeke dem dirêj, zor û zehmet li pêşiya me ye. Ev doz bi salan dê berdewam bike. Em ji dozên Sêwas, Roboskê û Hrant Dînkê dizanin. Ji ber vê yekê jî dê têkoşîna me bidome. Ji bo ku berpirsyar bên darizandin em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. Em dizanin li vî welatî lêgerîna edaletê zehmet e. Lê heta ku em kesên ku edalet û azadiyê têkoşîna xwe bi dawî nekin ev doz jî bi dawî nabin. Heta nebêjin qediya ev doz naqedin."
'DÊ TÊKOŞÎN BIDOME
Parêzer Ozlem Gumuştaş jî diyar kir ku dê pêvajoyeke zehmet be, biryarên ku dadgehê di danişîna yekemîn de daye nîşan dide ku bi nêzîkatiya siyasî tevbigere. Gumuştaş ji bo daxwaza wan a mudahîlbûnê jî wiha axivî: "Di dozeke evqas girîng de wekî ku di pêvajoya lêpirsînê de bêîtina tevdigere. Biryara hewldana qatlîam ji raya giştî veşartinê ye."
Gumuştaş got ku heyeteke dadgehê ya ku daxwazên wan guhdar nake re rû bi rû ne, ew li dijî dadgeha ku hemû daxwazên wan red dike ne. Gumuştaş got ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.