AMED - Li Amedê, belavkarên Kovara Ozgur Halkê ya ku ne qedexe û der barê wê de biryara berhevkirinê nehatiye dayîn, rastî cezayê girtîgehê hatin. Li Hîvîdar Dîker û Emrah Demîr herkê 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Li Amedê xebatkarên kovarê Hîvîdar Dîker û Emrah Demîr di meha nîsanê de dema 196'emîn hejmara kovarê belav dikirin hatibûn binçavkirin û paşê serbest hatibûn berdan. Di rûniştina yekemîn a doza ku bi îdiayên "Bi zanebûnî alîkariya rêxistinê kirine" û "Endamê rêxistinê ne" der barê Dîker û Demîr hat vekirin de, biryar hat dayîn. Di rûniştina ku li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat de, Hîvîdar Dîker û parêzerê xwe amade bûn û Emrah Dîker jî li Elbaka Wanê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. Piştî tespîtkirina nasnameyan û xwendina îddianameya yekrûpelî parêzî hatin kirin.
Bersûc îfadeya ku berê li dozgeriyê dabûn dubare kirin û daxwaza beraatê kirin. Dozgerê rûniştinê yê ku nêrîna xwe yî esasî ya der barê dozê de rave kir derpêş kir ku, bersûc bi firotin û belavkirina kovarê re "bi zanebûnî û xwestekî bi berhevkirina fonê fînansmana rêxistinê pêk tînin" û bi vî awayî daxwaza cezakirina wan kir.
Li hemberî mutalaayê parêzerê bersuc Resûl Tamûr ê ku parêzî kir diyar kir ku, kunyeya kovarê û navnîşana wê li stenbolê ye û kovareke zagoniyî ye û dest nîşan kir ku, beriya kovar bê çapkirin mînakeke wê ji serdozgeriya komarê ya bajêr, walîtiyê û muduriyeta polîsan re tê şandin. Tamûr anî ziman ku, kovar ji bo fînansekirina rêxistinê nayê çapkirin û weşandin û balê kişand ser biryara neberhevkirina wê hejmara kovarê û daxwaaza beraata muwekîlên xwe kir.
Piştî navbereke kurt dadgehê biryara xwe daxuyand û bi îdiaya "bi firotina kovarê re fînansmana rêxistinê pêk tînin" herkê 4 sal û 2 meh ceza li Dîker û Demîr birî.
Wê parêzerê Demîr û Dîker îtiraza biryarê bikin.