Ajokarê 25 salan: Sedema mirina 2 zarokan erîzeya wesayîtê nîne

ŞIRNEX - Ajokarê ku li Sîlopiyê 25 sal in ajokariyê dike û hemû riyên tax, cade û kolanan dizane têkîldarî bûyera 2 zarokên ku wesayîta polîsan kete mala wan û jiyana xwe ji dest da diyar kir ku sedema bûyerê erîzeya wesayîtê nîne yan bi zanebûn pêk hatiye yan jî wesayît dema nêzî malê bûye ajokarê wesayîtê bi tiştekî din ve mijul bûye.

Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê di 3’yê Gulanê piştî birayên bi navê Muhammet Yildirim (7) û Furkan Yildirim (6) ên di encama wesayîta zirxî ket mala wan de jiyana xwe ji dest dan heya niha daxuyaniyek li ser mirina wan nehat dayîn. Her çend Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê û Walityê bi daxuyaniyek “Der barê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike” dabûn jî sedema mirina zarokan hêj nehat aşkerekirin. Her wiha polîsên piştî bûyerê hatin cihê bûyerê ji apê zarokan Suat Yildirim re gotin “Firena wesayîtê teqiya ye." Lê belê her çend firen teqiyabe jî ajokarê wesayîtê dikaribû li cihê mala ji bo manevrayê guncav e ber bi rêyek din biçûya an jî li ciheke din a malê bixista.

Derbarê mijarê de ajokareke ku 25 sal in vê karî dike û hema hema hemû cureyên wesayîtan bi kar anîye û cihê bûyerê ditiye der barê îxtimalên sedema bûyerê de ev tişt ragihandin:

"Wesayîta zirxî an ji cihê caddeya 52'yemîn an jî ji kolana 720’an ketiye vê kolanê. Nexwe qasî 35 metre dûrî malê caddeya 52’yemîn, kolana 720’an û 715’an di rêya çar alî de digihije hevdu. Li gorî hin nûçeyan tê gotin ku polîsên avahiya MHP’ê ku li ser kolana 720’an e û beyî vîrajan têkiliya wê bi kolanan malê ve heye. Ger polîsê ajokar raketîbûya û ji caddeya 52’yemîn nikaribû biketa kolana malê. Lê heke ji kolana 720’an raketibe û bihata nexwe heya bihata dê cihekê bide. Ji ber ku rê ne ew qas rast e.

'DI RÊ DE HEVRAZ NÎNE'

Di rê de hevraz nîn in. Kêmek rê ber bi jêr re tê û mal jî li ser kolanê di kunçika vîrajê de ye. Cihê panzer lê daye jî ne li cihê wesayît lê diqelibin û diçin in. Aliyê panzer lê daye di kuncika mal lê hene ye. Ger firêna wesayîtê ji dewrê derketibûya be jî ajokar dema nêzî avahiya malbata Yildirim dibû ji ber firehbûna kolanê dikarî di vîrajê de qelibiya. Ji ber ku cihê manevrayê heye. An jî îxtimala herî dawî dema diqelibe xwe berhev nekiriba jî dê li odeya kêlaka cihê zarok hene bidaya.

'LEZGÎNIYA WESAYÎTÊ PIRSGIRÊK E'

Heman tişt ji bo dîreksiyonê jî derbasdar e. Ew ji dewrê derketiba jî dikaribû bi frenê di 35 metreyan de rehetî bisekiniya. Nexwe di vir de heke leza wê gelek be û nêzîkê malê ev tişt pêk hatibe dibe. Di vir de jî lezginiya wesayîtê pirsgirêk e.

'DEMA NÊZÎKÎ MALÊ BÛYE BI TIŞTEKÎ DIN VE MIJUL BÛYE'

Li vir dema mirov li destpêka kolanê dinêre û heya avahiya malbata Yildirim diçe ev encam derdikevin holê: Dema nêzî xanî bûye bi tiştek din ve (wekî telefon, bêtel...) mijûl bûbe. Ya herî dawî jî dibe ku ev bûyer bi zanebûn pêk hatibe. Yanî îxtimala erizeya wesayîtê nebûye sedema bûyerê.”