Rastiya PDK'ê

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya M. Emîn Yildirim bal kişand ser helwesta PDK'ê ya li hemberî gelê kurd û anî ziman ku PDK û dewleta Tirkiye bi hevre plan û konseptan pêk tîne.

Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya M.Emîn Yildirim, di qunciknivîsa xwe ya rojnameyê de li ser helwesta PDK'ê ya li dijî gelê kurd û êzîdî rawestiya û wiha got: "PDK careke din bi awayekî xeternak û xerab di rojevê de ye. Tenê di van çend mehên dawîn de mirov xeterî û xerabiyên PDK’ê bîne ziman, em bawer dikin ku rewşa PDK’ê dê baştir bê dîtin û fêmkirin. Ji van mijaran a yekemîn; di 3’yê adarê de bi leşkerên dagirker ên Tirkiyeyê re li ser hêzên YBŞ’ê û civaka êzidî êrîş pêk anîn."

Yildirim wiha dirêjî da nivîsa xwe: "Di encama vê êrîşê de rojnamevan Nûjiyan Erhan û nêzî deh kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn. Ev êrîşa hovane wek aqil û zîhniyet xizmeta fermana çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê dikir ku li ser Şengal û civaka êzidî pêk anî. Tiştê balkêş (esas tu balkêşiya wê jî tune ye, çima ku rastiya PDK’ê ye) ev plan û konsept wê û dewleta dagirker Tirkiyeyê bi hev re pêk anî. Mijara duyemîn; dîsa di 25’ê nîsanê de êrîşeke hovane bi balafirên dewleta Tirkiyeyê bi awayekî hemwext hem li ser Şengal hem jî li ser Qereçoxê pêk hat. PDK’ê jî îtîraf kir ku agahiya wan ji vê êrîşê hebû, her wiha Erdogan bi xwe jî got agahiya PDK’ê jê heye. Di van êrîşan de bi dehan şervanên YPG û YPJ’ê, jin û xortên qehreman ên gelê kurd jiyana xwe ji dest da, bi dehan jî birîndar bûn. PDK rasterast hevkarê vê êrîşa hovane ya Tirkiyeyê bû. Ev yek li cem welatparêzî, kurdîtî û heta mirovahiyê tê çi wateyê, li ber çavan e. Gelê kurd nav lê kir ku ev îxanet e! Mijara sêyemîn; milîtanekî PKK’ê ku navê wî Dr. Aydin e, ev zêdetirî salek e PDK’ê binçav kiribû û di zindana wan de bû. Li gorî agahiyan lêdan û heqaretên li ser Dr. Aydin di asta hovîtiyê de bûn. Dr. Aydin li hemberî vê hovîtiyê û zexta PDK’ê ketibû rojiya birçibûnê. PDK’ê careke din di vê mijarê de bi dewleta Tirkiyeyê û AKP’ê re hereket kir. Agahî heye ku Dr. Aydin teslîmî dewleta dagirker a Tirkiyeyê kirine."

Yildirim bal kişand ser MÎT û polîsên Tirkiyeyê yan jî li zindana PDK’ê Dr. Aydin lêpirsîn kirine û wiha lê zêde kir: "Em naxwazin sicîla PDK’ê di van noqteyan de yek bi yek binirxînin û ne pêwîst e jî. Tenê ev her sê mijarên qewimîne jî kesayet, nasname, exlaq, sekn û helwesta PDK’ê pir vekirî radixe ber çavan. Bi rastî PDK bi vê siyaseta xwe xizmeta dewletên dagirker dike. Ev yek dê heta kengî berdewam bike. Ev rûreşiya PDK’ê, rewşa wê ya xeternak û xerab dê hîn çawa bê îfadekirin."

Yildirim herî dawî siyaseta PDK'ê û wiha bi dawî kir: "Ma ne pêwîst e PDK êdî bizane û bibîne ku ev siyaseta wê bi temamî ji kurdîtî û welatparêziyê dûr e û divê dev ji van qirêjiyan berde. Ma ne pêwîst e rewşenbîr, rojnamevan, siyasetmedar, hemû rêxistin û saziyên gelê kurd û gelê kurd bi xwe vê rastiya ku PDK tê de ye û bi temamî zirarê dide berjewendiyên gelê kurd bibînin, rexne bikin û hesab ji PDK’ê bixwazin. Hîn du roj beriya vê rojnamevan Îbrahîm Abbas ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat binçavkirin û revandin. Li gorî agahiyên di çapemeniyê de rojnamevan Îbrahîm Abbas niha li ku ye, rewşa wî çi ye, dijî yan na? Ev nayê zanîn. Aqilekî ku wisa desthilatdar û berjewendiyên malbatî di ser her tiştî re digire dê çawa bikare hesabê vê bide gelê kurd û dîrokê. Dê çawa bikare ji bin van tiştên xeternak û xirab rabe. Ya muhîm û girîng ew e ku PDK ji demildest dev ji vê siyaseta xwe ya qirêjî û bêexlaq berde û xwe serarast bike. Dîsa ya girîng ew e ku gelê kurd li hemberî vê siyaseta qirêjî ya PDK’ê dengê xwe bilind bike û hesab ji PDK’ê bixwaze."