ENQERE - Serokwekîla Koma HDP'ê Filiz Kerestecîoglu, ji bo rewşa Nuriye Gulmen û Semih Ozakça name ji Konseya Ewropa re şand.
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)Filiz Kerestecîoglu, ji bo rewşa Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên bi KHK'ê ji kar hatin îxrackirin û 60 rojin di çalakiya greva birçîbûnê dene, ji Sekretera Giştî ya Konseya Ewropa Thorbjorn Jagland û Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê Nils Muiznieks re name şand. Kerestecioglu, di nameya xwe de bal kişand ser rewş û tenduristiya çalakgeran û diyar kir ku niha tenduristiya wan di xetereyê de ye. Kerestecioglu, bi ser navê “Li Tirkiye ji bo 2 hîndekaran ên di greva birçîbûnê de banga çalakiyê" mame nivîsand û wiha got: "Akademîsyen Gulmen û mamosteyê polê Ozakça ji roja dest bi çalakiyê kirin heta niha bi rojan rastî tundî û lêdana polîsan hatin. Niha tenduristiya du hîndekaran ber bi xerabiyê ve diçe. Ev vê nameyê li ser daxwaza taybet a hevalê xwe ji were dişînim. Li vî welatî hîndekar û akademîsyen ger ku dist bi greva birçîbûnê bikin ji bo wî welatî şermek mezin e. Ji bo ku ez karibim der barê rewşa Gulmen û Ozakça bi maqamên Tirk re ragihandinê çêkim ez rîca ji we dikim. Ez wekî Serokwekîla Koma HDP'ê ji bo hemû hewldanên we yên bi vê armancê bi kêfxweşî alîkar bim."