Greva birçîbûnê ya li Kadikoyê di roja 3’yemîn de didome

STENBOL - Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça li Kadikoyê hatiye di roja 3’yemîn de ji laiyê Emîne Sevîm ve dewr hat giritn. Sevîm diyar kir ku piştgiriya ji bo grevê her roja ku diçe mezintir dibe.

Çalakiya greva birçîbûnê ya akademîsyen Nuriye Guşlmen û mamoste Semîh Ozakça ku li ser Kolna Yuksela Enqereyê dabûn destpêkirin di roja 61’emîn de didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku akademîsyenan ji bo piştgiriyê li Kadikoyê dabûn destpêkirin di roja sêyemîn de berdewam dike. Di roja sêyemîn de Peywirdara Lêkolînê ya Zanîngeha Munzurê Emîne Sevîm a bi KHK’ê hatiye îxrackirin grev dewr girt.

Sevîm, bal kişand ser greva birçîbûnê ya ji aliyê Gulmen û Ozakça ve hatiye destpêkirin û wiha got: “Çalakiya Gulmen û Ozakça her roja diçe mezintir dibe.” Di daxuyaniya hatiye dayîn de hat gotin ku ji bo piştgiriya Gulmen û Ozakça li bajarê Koln a Almanyayê çalakiya greva birçîbûnê ya rojekê hatiye destpêkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger sibê ji aliyê Hulya Dînçer a bi KHK’ê ji Zanîngeha Marmarayê hatiye îxrackirin ve dewr bê girtin.

Piştgiriya ji bo çalakiya Gulmen û Ozakça her ku diçe mezintir dibe, di 8’ê Gulanê de li Qada Seyît Riza a Dersimê, 9’ê Gulanê li Kolana Yuksela Enqereyê dê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rojekê bên lidarxistin.