Girtiyên edlî êrîşî girtiyên siyasî kirin

EDENE - Li Girtîgeha Karataşê ya vekîrî girityên edlî êrîşî girtiyên siyasî kirin û di encamê de girtiyek bi sivikî birîndar bû.

Li Girtîgeha Karataşê ya Vekirî ya Edeneyê girtiyên edlî êrîşî girityên siyasî kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di dema nîqaşên derbarê Serokomar dihatin kirin de girtiyên edlî êrîşî girtiyên siyasî kirin. Di êrîşê de girtiyek jin bi sivikî birîndar bû. bi mudaxeleya gardiyanan re bûyer bi dawî bû.

Serokê ÎHD’ê yê Edeneyê Îlhan Ongur, diyar kir ku di navbera girtiyan de rageşiyek derketiye lê derbarê sedema rageşiyê de tu agahî bidest nexisitine.

Derbarê mijarê de em li rayedarên girtîgehê geriyan lê me nekarî xwe bigihînin rayedaraz,