Ji bo ‘Yeketiya welat biparêzin’ dest danîn ser toqa Berîtanê

STENBOL - Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Elezîzê bi nameya şandine binpêkirinên mafan ên li girtîgehê parvekirin. Di nameyê de hat diyarkirin ku rêveberiya girtîgehê ji bo “yeketiya welat biparêzin” dest danîne ser toqa Berîtan Tosun a kesk, sor û zer.

Girtiyên jin ên li GirtÎgeha Tîpa T a Elezîzê dimînin, bi nameya şandine binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ragihandin. Girtiyên siyasî, diyar kirin ku zext û binpêkirinên mafan her roja diçe zêdetir dibin û wiha got: “Cezayên dîsîplînê ketine rewşek rutin de, derbarê hemû tiştên ku girtî dikin de girtek tê girtin. Ev 3 mehe em nikarin faliyetên civakî pêk bînin. ‘ewlehiya saziyê’ dikin hincet û destûr nayê dayîn ku girtî ji hevre name jî bişînin. Dema em temaşeyî film dikin ji ber ronahiyê digirin gefa dîsîplînê li me dixwin.”

DEST DANÎN SER TOQA BERÎTANA 3 SALÎ

Girtiyan da zanîn ku rêveberiya girtîgehê ji bo “yeketiya welat biparêzin” dest danîne ser toqa Berîtan Tosun a 3 salî ya kesk, sor û zer û wiha axivîn: “Li odeyan hemû rengên kesk, sor û zer hatine komkirin. Ji ber toqên Berîtana 3 salî jî kesk, sor û zer bû bi heman hincetê jê hatine girtin.”