ÊLIH - Li Êlihê wesayîta ku karker di nav de bûn ket çem, yek jê giran 15 karker birîndar bûn.
Li Êlihê karkerên ku li kargeha tuxleyê dixebitîn dema diçûn malên xwe li taxa Petrolkentê mînîbusa wan kete çemê Îluhê.
Hate hînbûn ku di wesayîtê de 15 karker birîndar bûne, rewşa karkerekî giratn e. Hin karkerên ku di nava wesayîtê de asê man ji aliyê welatiyan ve ji çem hatin derxistin. Karkerên birîndar bi ambulansan ve birin nexweşxaneyên bajar û li vir tên dermankirin.
Têkîldarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.