REQQA - Endamê Komîteya Amadekar a Meclîsa Gel a Tabqayê Şiyar Mihemed, bal kişand ser rewşa sivîlên ku ji DAİŞ’ê hatin rizgarkirin û wiha got: "Welatî ji DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin hewceya wan bi gelek pêdiviyên jiyanê heye. Tu saziyên navneteweyî destê alîkariyê dirêjî wan nakin. Ker û kor tev digerin. Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku destê alîkariya jiyanê dirêj bikin.
Operasyona Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) a li herêma Tabqayê di roja 47’an de berdewam dike. Şervanên QSD'ê bi hezaran welatî ji destê DAÎŞ'ê azad kirin û li herêmên bi ewle bi cih kirin. Operasyonên QSD'ê li Tebqa berdewam dikin. Kolan û tax tên rizgarkirin. Komîteya Amadekar a Meclîsa Gel a Tebqa ji bo welatiyên hatin azadkirin destê alîkariyê dirêj kir. Komîteya Amadekar a Meclîsa Gel bang li saziyên navteweyî kir û xwest li hemberî welatiyên hatin rizgarkirin ker û kor nebin.
Endamê Komîteya Amadekar a Meclîsa Gel a Tebqayê Şiyar Mihemed, diyar kir ku hem bi meclîsa bajar û hem jî bi sivîlên ku ji destê DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin eleqeder dibin. Mihemmed, anî ziman ku ew ji Tebqa ye lê ji ber şertên şer demek dirêj e ji bajar derketiye û wiha got: "Niha Tebqa azad dibe. Ji bo em meclîsa bajar ava bikin em xebatê dimeşînin. Meclîsa me ji 9 kesan pêk tê. Armanca me ya sereke em hemû şêniyên bajer di bin baneyekî de kom bikin û wan bi hevre bihêlin. Em webatên xwe yên jiyana wan a bi hevre berdewam dikin. Wekî tê zanîn li Tebqa Turkmen, Çerkez, Ermeni, Hiristiyan, Suryani, Kurt û Ereb bi hevre dijîn. Her çend ji ber êrîşên DAÎŞ'ê ji herêmê koç kiribin jî piştî Tebqa rizgar bû, dîsa dixwazin vegerin Tebqa û li rêyên vegerê digerin. Em dê li gorî rêjeya kesên li bajar dijîn meclîsa xwe ava bikin.
LI TAXÊN HATIN RIZGARKIRIN 5 FIRIN HATIN VEKIRIN
Mihemed, anî ziman ku piştî xebatên wan ên meclîsê bi dawî bûn dê îlana meclîsê ji raya giştî re ragihînin û wiha got: "Niha xebatên me yên li der û dora Tebqa berdewam dikin. Ji bo em li gund û qezabayên Tebqa meclîsan ava bikin em xebatan dimeşînin. Niha me li gundên Sêgol, Cirnîye, Mehmudlî û Caberê di serî de pirsgirêka ceyranê û gelek pirsgirêkên din girtine dest. Tevî hemû derfetên kêm em hewl didin ku wan çareser bikin. Me ji bo welatiyên ji DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin hin kamp avakirin. Em wan li van kampan bi cih dikin. Lê pêdiviyên wan ên jiyanî pir in. Em hewl didin ku pêdiviyên wan ên xwarin û vexwarinê çareser bikin. Me li bajar ji nuve firin avakirin. Me li taxên ku hatin azadkirin 5 firin vekirin. Em ji ber nêzîkatiyên QSD'ê spasiyên xwe tînin ziman. Şervanên QSD'ê di şertên giran de erzaqên xwe bi gel re parve dikin. Heta niha tenê Meclîsa Sivîl a Reqqa û Komîsyona Amadekar a Meclîsa Gelê Tebqa xebata alîkariya gelê Tebqa dike. Ji bilî wê tu saziyên din alîkarî nadin gelê Tebqa. Em bang li hemû sazî û dezgehên navneteweyî dikin ku destê alîkariyê dirêj bikin. Hemû saziyên navneteweyî ker û kor in. Bila bêdeng nemînin."
Nazim Daştan-dihaber