SÊRT - Nurhayat Beytekîn a ku li Sêrtê ji aliyê zilamekî ve hatibû kuştin hate bibîranîn. Di daxuyaniya ku bi sedan jin beşdar bûn de hat xwestin ku kujer bê cezakirin.
Li Sêrtî NUrhayat Beytekîn a 18 salî ya ji aliyê zilamekî ve bi kêrê hatibû kuştin li ber yurda xwendekaran a ku hatibû kuştin bi daxuyaniyê hat bibîranîn. Di daxuyaniya ku rêxistinên civakî yên sivîl jî piştgirî dan de hevalên wê û Baroya Sêrtê jî cih girt.
Li ser navê malbatê apê Beytekîn, Abdulkadîr Beytekîn wiha got: "Hûn jî êdî kesên ji malbata Nurhayatê ne." Beytekîn diyar kir ku biraziya wî dê piştî mehekî biketa ezmûna zanîngehê û bi xeyalên xwe ve ji malbata xwe hatiye qutkirin. Beytekîn wiha berdewam kir: "Nurhayat keça me bû, canê me bû. Em dizanin ji niha û pêve keça me nayê. Ji bo ku malbatên din heman êşê nejîn em hewl didin ku dengê xwe bidin bihistin û ji bo cînayetên li dijî jinan bi dawî bibin qîr dikin. Ev tenê pirsgirêka me nîne. Pirsgirekekî civakî ye. Em dixwazin kujer bê cezakirin ancax bi vî rengî dilên bi wijdan hinekî rehet bibin."
'LAMBEYÊN KOLANAN; KEVIRÊN PEYARÊYAN Û DAR BÛN ŞAHIDÊ QATLÎAMÊ'
Endama Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Sêrtê Gulan Gok jî diyar kir hêza ku jinan tune dike, îradeya wan dişikîne û keda wan dixwe tenê helwestekî şexsî nîne li pişt wî sîstema desthilatdar a zilam a zayendperest heye û hewldanekî sîstemakîk a vî sîstemî heye. Gok wiha axivî: "Şeva 29'ê nîsanê saet di 20.30'an de li vî noqteya ku em lê ne Nurhayat a 18 salî bi 22 darbeyêr kêrê bi awayeke hovane hate qetilkirin. Kevirên peyarêyan, lambeyên kolanan û dar bûn şahidê qatlîamê. Xeyalên Nurhayatê bi 22 darbeyên kêrê ve hate tunekirin."
Gok destnîşan kir ku divê kujer cezayên herî giran ên di qanûnê de bigirin, divê ceza neyê kêmkirin. Gok bal kişand li ser nûçeyên ku têkîldarî qatlîamê hatine çêkirin jî û wiha got: "Di vî pêvajoyê de çapemeniya navendî bi zimanê xwe yên diêşîne û bêd ve qatlîaman di civakî de rewa dike. Tu hincet bi tu awayî cînayetê mafdar nake. Em dibêjin ku divê di vî mijara hasas de bi awayekî bihistiyarî di çapemeniyê de cih bigire."
Gok diyar kir ku jin ne tenê ne, ew ferzkirina qodên zayendperest qebûl nakin û dê nehêlin ku ev ferzikirin gotinên wan bifetisîne.
Jinan piştre qurnefîl danîn cihê ku Nurhayat Beytekîn hate kuştin.