EDENE - Rêxistina DBP'ê malbatên zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane di xwarina piştevaniyê de anîn cem hev. Cîgirê Hevserokên Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan, anî ziman ku ew dê bi xurtkirina piştevaniya malbatan û bi pêşengiya Ocalan re meşa xwe ya azadiyê bi serkeftinê bi encam bikin.
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Edeneyê bi armanca kesên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane, xwarina piştevaniyê da malbatan. Rêxistina DBP'ê li Mizgefta Hz. Îsmaîl a taxa Gulbahçe ya Edeneyê xwarina piştevaniyê da malbatên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane û malbat di xwarinê de lev kom kirin. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes beşdarî xwarina piştevaniyê bûn. Cîgirê Hevserokên Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan û gelek rêveberên DBP'ê amade bûn. Li ser navê malbatan Murat Turgay, di xwarinê de axivî û diyar kir ku mela Gulanê ji bo têkoşînê mekek gelek girîng e û ew dê tekoşîna xwe ji her demê bêtir xirttir û mezintir bikin. Malbatan jî anîn ziman ku ew dê li doz û têkoşîna zarokên xwe xwedî derkevin û têkoşîna wan mezintir bikin.
Cîgirê Hevserokên Gişti yê DBP'ê Mehmet Aslan jî anî ziman ku ew dê li têkoşîn, doz û bîranînên kesên di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane xwedî derevin û têkoşîna wan mezintir bikin. Aslan, anî ziman ku gelê kurd di vê mehê de bedelên giran daye û ev meh ji bo kurdan meha têkoşîn û şehîdan e. Aslan, anî ziman ku di dîroka Komara Tirkiye de yên li mafê xwe yê azadî û demokrasiyê xwedî derdikevin rastî polîtikayên kuştin û înkarê hatine û wiha got: "Îktîdara siyasî şoreşgerên kurd û tirk qetil kir. Îktîdara siyasî ji destpêkê heta îro xwedî heman feraset e. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî darestî Tirkiye hat kirin û niha li ser Ocalan tecrîda giran tê meşandin. Dixwazin di şexsê Ocalan de têkoşîna azadiya kurd xelas bikin. Lê tekoşîna ciwanên kurd û gelê kurd dê di pêşengiya Birêz Ocalan de bêtir ber bi azadiyê ve pêş bikeve. Meşa gelê kurd a di pêşengiya Ocalan de, dê bêtir mezin û bilindtir bibe. Çiqas gelê kurd bibin yek û bi hevre têbikoşin dê bêtir ber bi serkeftinê ve biçin. Em dê bêtir têkoşîna xwe mezintir pêş ve bibin.
Piştî axaftinan xwarin hat dayîn.