Akadimiya Tenduristiyê ya Rojava hate vekirin

SERÊKANIYÊ- Akadimiya Tenduristiyê ku ev demek amadekarî jê re dihate kirin, bi merasîmekê hate vekirin.

Meclîsa Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê ev demek e amadekariya vekirina Akademiya Tenduristiyê ku biryar hatibû girtin li bajarê Serêkaniyê were vekirin, dikir. Li gorî nûçeya ANHA, akademî ro bi tevlîbûna dehan endamên hemû saziyên sivîl û leşkerî yên bajarê Serêkaniyê û bijîşkên ji her sê kantonên Rojava hate vekirin. Merasîma vekirinê bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Endamê Akademiya Tenduristiyê ya Serêkaniyê Bêrîvan Eyo axaftina vekirinê kir. Bêrîvan Eyo destpêka axaftina xwe de vekirina Akadmeiyê li hemû gelê Rojava-Bakurê Sûriyê û bi taybet şagirtan pîroz kir.

Piştî axaftinê deriyê Akademiyê ji aliyê Dayîka Şehîd Mihemed Serêkaniyê ve Xedîce Xedîca Silêman û şervanê birîndar Çiya hate vekirin.

Piştî beşdarên merasîmê derbasî Akademiyê bûn û li nava beşên wê geriyan. Beşdaran di dawiya merasîmê de xelekên govendê gerandin û kêfxweşiya xwe derbarê vekirina Akademiyê anîn ziman.
Endamê Rêvberiya Akademiyê Hesen Îso têkildarî xebatên vekirina Akademiyê got ku vekirina Akademiyê gaveke nû ye û wiha dom kir: "Ji gelê Rojava re ev Akademî gaveke nû ye. Di dema ewqas êrîş li ser herêmê tên, vevkirina Akademiya tenduristiyê serkeftinek mezin nîşan dide. Ev akademî bi saya berxwedana şervanên Azadiyê hate vekirin." Îso, da zanîn ku di Akademiyê de niha dê 40 kes perwerdeyê bibin û wiha dom kir: "Beşdarên ku ji kantona Cizîrê û Kobanê ne, dê destpêkê dersên li ser nexweşiyan bibînin. Piştî meha cotmehê jî dê dersên li ser bijîşkî werin dayîn." Şagirta Akadmeiyê ya bi navê Rîma Dawê kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got : "Ez wekî şagirtek bi vekirina Akademiyê pir kêfxweş bûme. Ev gaveke girînge ku li Rojava hatiye avêtin, ev dê derfeteke baş bide ciwanên xwendekara ku li herêmên xwe bixwînin."