EDENE - Li Edeneyê 2 kesên ji ber di dawetê de desmala kesek, sor û zer hejandin hatin binçavkirin.
Komek polîsên li derdora Parka Navendî ya li navçeya Seyhana Edeneyê digeriyan kerwanên dawetê ya desmala kesek, sor û zer rakiriye rawestand. Hat diyarkirin polîsên ku 2 kesên di kerwanê dawetê de desmala kesek, sor û zer heşandin binçavkirin, desmal avêtine erde û pê li wan kirine.
2 kesên hatin binçavkirin û navê wan nehat zanîn birin Midûryeta Polîsan a Edeneyê ya TEM’ê.
Li aliyê din, di mehên bihûrî de li Edeneyê ji ber 2 kesan di kerwanek dawetê de desmala kesek, sor û zer hejandibûn hatibûn girtin.