DENÎZLÎ - Li Girtîgeha Jinan a Vekirî ya li navçeya Bozkurta Denîzliyê raperîn derket. Hat diyarkirin ku gelek birîndar hene.
Walîyê Denîzliyê Ahmet Altiparmak diyar kir ku di navbera zarokên hikûmxwer û peywirdarên girtîgehê de nîqaş derketiye û peywirdaran bûyer xistiye bin kontrole. Altiparmak da zanîn k udi tendirûstiya zarokan de tu pirsgirêk tune ye û wiha got: “7 hikûmxwer bi armanca tedbîrê di kontrola tendirûstiyê de hatine derbas kirin. Li girtîgehê rewş rewa vegeriyaye normale tu pirsgirêk tune ne.”
Derbarê mijarê de li Serdozgeriya Komarê ya Çardakê lêpirsîn hat destpêkirin.