STENBOL - Polîsan bi ser Weşanxaneya Belge ya ku ji aliyê Rojnameger-nivîskar Ragip Zarakolu û Ayşenur Zarakolu ve hatibû avakirin de girtin û dest danîn ser 2 hezar pirtûkan.
Polîsan bi ser Weşanxaneya Belge ya ku ji aliyê Rojnameger-nivîskar Ragip Zarakolu û hevjîna wî parêzvana mafê mirovan Ayşenur Zarakolu ya di 2002’yan de jiyana xwe ji dest da ve hat avakirin de girtin. Weşanxaneya Belge ya ku 40 sale weşanek muxalif dike, bi caran rastî serdegirtinan hatiye û derbarê gelek pirtûkên wan de doz hat vekirin vê carê bi îdîaya têkiliya wê bi “Dev-Sol” re heye polîsan bi ser avahiyê de girtin.
Polîsên hatin cihê weşanxanyê ya li Cagalogluyê ye, bi îdîya “pirtûkên bêbandrol” hene li weşanxane û depoaya wê lêgerîn pêk anî.
Polîsan dest danîn ser 2 hezar pirtûkan û xebatkarê weşanxaneyê Mehmet Alî Bariş binçavkirin û piştre serbest berdan.