STENBOL - Li Tirkiyeyê piştî 15’ê Tîrmehê serlêdanên li Dadgeha Qanûna Bingehîn hatine kirin ji sedhezarî derbas bûn, der barê serlêdanan tê payîn ku dadgeh biryara 3 pîvanan aşkera bike. Parêzer Ercan Kanar, diyar kir ku AYM OHAL’ê diparêze, ji pêkanînan re çavê xwe digire û wiha got: “Ji bo biryarên pîvanan divê AYM biryarên erênî bide. Berovajî wê dê li DMME’yê de bê mehkûmkirin.”
Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, bi îlakirina OHAL û derxistina KHK’yan bi sedhezaran binpêkirinên mafan derketin holê. Her çiqas riya darizandinê ji binpêkirinên ji ber OHAK Û KHK’yan derketine re girtî be Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) mecbûre ku berê xwe bide binpêkirinan. Beriya 15’ê Tîrmehê 12 hezar serlêdan li Dadgeha Qanûna Bingehîn hatin kirin lê di 15’ê Tîrmeha 2016’an heta Gulana 2017’an hejmar gihişt sedhezaran. Ji serêdanan 68 hezar ji 15’ê Tîrmehê heta dawiya sala 2016’an nin. Di nava van serlêdanan de serlêdanên ji bo Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenter û hevşaredaran hatine kirin jî hene. Encama referandumê û rewşa rojnamegerên girtî jî di nava dosyayên li ber Dadgeha Qanûna Bingehîn disenin de ne.
DÊ 3 BIRYARÊN PÎVANÊ BÊN AŞKERAKIRIN
Ev serlêdanên hatine kirin hêjî ji aliyê AYM’ê ve ne gihandine biryarê, Serokê AYM’ê Zuhtu Aslan, di rojên bihûrî de derbarê serlêdanan de diyar kir ku dê 3 biryarên pîvanan aşkera bike. Li bendê ye pîvanên “azadiya xebatê”, “azadiya fikir û xwe îfadekirinê” û “mijarên girtinê” bên aşkerakirin, ji bo nêrîn bê girtin ji Wezareta Dadgehê re hat şandin. Piştî Wezaretê nêrîna xwe heta dawiya meha Gulanê ji AYM’ê re ragihand, tê payîn ku AYM di vê mijarê de biryarê bide.
‘AYM DADGEHEK NE AZAD E’
Parêzer Ercan Kanar, helwesta AYM’ê ya demên dawî, girtina parlamenteran û bersivnedayîna serlêdanan û biryarên pîvanan nirxandin. Kanar, diyar kir ku demek dirêje AYM biryarên azad nade berovajî biryarên muhafizekar digire, van biryaran di paraleliya rêveberiyê de dide û wiha got: “Daxuyaniyên ku dibêjin AYM nikare biryarên OHAL’ê kontrol bike berovajî ne. Kontrola biryarnameyên OHAL’ê di çarçoveya rayeyên AYM’ê de ye û dikare bê lêkolînkirin. Dadgeha Qanûna Bingehîn wekî daîreya ku OHAL’ê diparêze û çavê xwe lê digire dixebite. AYM dadgehek ne azad e.”
‘SICÎL PAK NÎNE’
Kanar, bal kişand ser biryarên Dadgeha Qanûna Bingehîn ên di pêvajoyên berê de û wiha pêde çû: “Dema em berê xwe didin Dadgeha Qanûna Bingehîn a me dibinin ku sicîla wê ne paqije. Berê jî girtina partiyan, ji ber pirsgirêka kurd giritna gelek partiyan, di mijara xwe îfadekirina azad de biryarên kêm dihatin dayîn mînakên ji vê ne. Di vê di demek kurd de AYM ‘biryarên pîvanê’ aşkera bike. Dê derbarê girtinan de biryarek yekemîn be. Di encama bertekan de mecbûr ma daxuyaniyek wiha bide. Ev daxuyaniyek ku direng maye ye. Biryara Mustafa Balbay û Mehmet Haberal li gorî pîvanane, divê biryarek li gorî wan pêvanan bide. Ger AYM biryarên pîvanê yên erênî ne ragihîne, em ê biçin DMME’ê dê binpêkirin li DMME’yê derkevin û dê Tirkiye bê mehkûmkirin.”
'GIRTIN BÊHIQÛQÎ NE’
Kanar, anî ziman ku dozên derbarê parlamenterên girtîne û ne girtîne hatine vekirin ne li gorî hiqûqê ne û wiha axivî: “Dozên ji ber nêrînên siyasî, daxwaza rêveberiyê hatine vekirinin. KHK’yên hatine derxistin tu eleqeyan wan bi OHAL’ê tune ne. Bi OHAL’ê qanûna nayên guhertin. Ev her tim bi OHAL’ê qanûnan diguherînin. Em ‘pîvanên Sirakuza’ bi bîrbînin. Bi OHAL’ê re ‘yeketiya madî û manewî, azadiya dîn û wijdanê, mafê jiyanê, karîneya masumyetê, paşdenebûna sûcan’ a ‘Mafê Bingehîn ê Tovê Şid’ hatiye binpêkirin.”