EDENE - Welatiyên taxa Belediyeevlerî yên Navçeya Ceyhana Edeneyê diyar kirin ku ji ber ew kurdin şaredariya AKP'î rêyên wan çênake. Welatiyan xwest şaredarî riyên wan ên bi toz û ax asfalt bike.
Welatiyên li navçeya Ceyhanê dijîn ji şaredariya AKP'ê bi glî û gazinc in. Welatiyên taxa Belediyeevlerî ku nêzî 10 hezar nifûsa wê heye, ji ber şaredarî xebatên binesazî nake bi glî û gazinc e. Welatî dixwazin rêyên wan bên asfatkirin. Welatiyan diyar kirin ku ji ber rêya wan nayê çêkirin di nava toz û axê de dijîn û hemû rê bûye kort û koncal. Welatiyan diyar kirin ku 20 salin di nava herî û tozê de diçin û tên û ji ber ew kurd in rêya wan nayê çêkirin. Welatî Metin Ozdemir anî ziman ku di demsalên zivistanê de ji ber heriyê û di demsalên havînê de ji ber toz û axê nikarin di rêde biçin û bên û wiha got: "Li taxê înşaat û xebatên konutên TOKÎ hene. Ji ber van konûtan rê tev xera dibe. Dema baran dibare herî û çelb çê dibe. Her der dibe av û çirav. Havînan jî her der dibe toz û qirêj. Ji ber kurd li vir dijîn xebat nayê kirin. Em dixwazin şaredarî rê asfalt bike.
'ME BI DEHAN CARAN DAXWAZNAME DAN ŞAREDARIYÊ LÊ...'
Şêniya Taxê Zere Aydemir jî anî ziman ku ji bo rêyen wan bên çêkirin bi dehan caran serî li şaredariyê dane û daxwazname dane şaredariyê, lê rayedarên şaredariyê guh nedaye daxwazên wan. Aydemir, bilêv kir ku ji ber rêyên wan nayê çêkirin di nava tozê û heriyê de dijîn û xwest rêyên wan bên asfaltkirin."
Welatî Hatun Duman jî anî ziman ku 20 salin li vê taxê dijîn û 20 salin di nava şert û mercên xebar de dijîn û rêya wan nayê çêkirin û wiha got: "Ji ber ku em kurd in rêya me nayê çêkirin û xizmeta vê taxê nayê kirin."
Fadile Duman jî heman tişt anî ziman û xwest şaredarî xizmeta taxa wan bike.