Ser jêrzemînên bûn gor bi avahiyên TOKÎ vedişêrin

ŞIRNEX - Li navçeya Cizêrê ya Şirnexê li ser jêrzemînên ku nêzî 150 welatî têde jiyana xwe ji dest dan û bûn gora welatiyan niha avahiyên TOKÎ ava dikin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku di 14'ê Kanûna 2015'an de qedexeyên derketina kolanan dest pê kir û heta 2'ê Adara 2016'an berdewam kir, hêzên dewletê bi tang û topên giran bi sedan avahî xerakirin. Bi sedan welatî di êrîşên polîs û leşkeran de jiyana xwe ji dest dan. Heri dawî welatiyên li taxa Cudî di 3 jêrzemînan de kom bûn, bi çekên giran û kîmyewî hatin qetilkirin. Di 3 jêrzemînên ku nêzî 150 welatî lê hatin qetilkirin niha liser wan konûtên TOKÎ tên avakirin. 150 welatiyên birîndar ên di qedexeya derketina kolanan de di jêrzemînan de asê man û li heviya ambulansan bûn di êrîşê çekên giran û topbaranê de ji yana xwe ji dest dan. Jêrzemînên ku ji welatiyan re bûn gorisistan, hatin xerakirin û li ser wan înşaeta avahiyên TOKÎ dest pê kir. Şîrketa înşaetê ya Biskon Yapi, bi berdêla 105.000.000.000 TL (105 Milyon TL) îhaleyê dê 604 konut û 120 kargeriyên bazirganiyê veke. Şîrketa Înşaetê ya Bîskon Yapi ku plan dike di 31'ê Çileya 2018'an de avahiyê temam bike, ji niha de dora avahiyan bi têlan dorpêç kir û dest bi kolandinê kir. Di destpêkê de ji bo karkerên di înşaetê de bixebitin jî dê xwaringeh û nivîngeh bê avakirin. Di çarçoveya projeyê de der barê gelek xaniyên derdorê de biryara xerakirinê hat dayîn û niha dixwazin wan xaniyên derdorê jî xera bikin. Welatiyên ku xaniyê wan bê xerakirin bertek nîşanî projeyê dan û diyar kirin ku naxwazin ji xaniyên xwe derkevin. Hat zanîn ku Midûriyeta Bajarvanî û Derdorê ji bo malbat xaniyên xwe vala bikin û xaniyên wan bê xerakirin zorê li malbatan dikin ku îmzeya destûrê bidin. Welatiyê bi navê Murat Arslan ku 5 meh beriya qedexeyê xaniyê xwe yê kevn xera kir û li şûna wî xaniyê nû avakiribû, diyar kir ku xaniyê wî saxlem e û naxwaze xaniyê xwe xera bike. Arslan, diyar kir ku jiyana konutan ne li gorî jiyana wî ye û ew naxwaze xaniyê xwe vala bike. Arslan, bilêv kir ku ew dixwaze di xaniyê xwe yê bi baxçe de bimîne û bertekên xwe anîn ziman.

Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de jiyana xwe ji dest dan û hêj cenazeyên zarokên wan nehatine dîtin jî bi bertek in û naxwazin înşaet li ser jêrzemînan bê avakirin. Dayika Hacer Arslan Hezne Arslan ku keça wê di 1'emîn jêrzemînê de jiyana xwe ji dest da diyar kir ku wê gelek caran ji bo testa DNA mînaka xwînê da û hêj cenazeyê keça wê nehatiye dîtin û wiha got: "Li şûna dewlet konûtan çêdike divê berê cenazeyê zarokên me bibîne. Divê dewlet cenazeyên zarokên me teslîmî me bike. Niha 35 cenaze li goristana bêkesan hatiye definkirin. Lê tê gotin ku testê DNA li hev nayê. Em bawer dikin ku hêj cenazeyê keça me di jêrzemînê de be.

Dayika Tahir Akdoğan Hazal Akdogan jî diyar kir ku kurê wê di 2'yemîn jêrzemînê de jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Ew jêrzemîn û molozê wê derê dîrok e. Divê ew dîrok bê parastin. Divê neyê ji bîr kirin. Em van tiştan qet ji bîr nakin. Divê li ser van jêrzemînên ku mirov lê hatin kuştin avahî neyên avakirin."